HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re

Artêşa Tirk a dagirker bi bikaranîna topên ji madeyên fosforê yên qedexekirî û çekên kîmyewî sûcên şer berdewam dike.

Qadên ku hêzên me lê ne 87 caran bi tank, obus û çekên giran, her wiha çeperên berxwedanê 17 caran bi çekên kîmyewî û 14 caran bi topên ji madeyên fosforê bi giştî 118 caran hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;

1. Li herêma Zapê;

– 28'ê Sibatê saet di 05:30'î de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li qada Çemçoyê, hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan êrîşê dagirkeran û dagirkerek hate cezakirin.

– 28'ê Sibatê saet di 05:30'î de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li derdora qada Çemçoyê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan dagirkeran.

– 28'ê Sibatê saet di 22:00 de dagirkeran il nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li derdora qada Çemçoyê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan dagirkeran û dagirkerek hate cezakirin.

2. Li herêma Metînayê;

– 28'ê Sibatê dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan dagirkeran.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî;

– 28'ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî qada Çemçoyê 17 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

– 28'ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê 14 caran bi topên ji fosforê hatin bombekirin.

4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– 28'ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî, li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê û qada Çemçoyê 87 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

 

1’ê Adara 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê