Çapemenî û Raya Giştî Re!
Artêşa Tirk a dagirker bi teknîka xwe ya şer êrîşên giran tîne ser hêzên me.
Çeperên berxwedanê yên hêzên me carekê bi bombeyên qedexekirî û 103 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin. Eşkere bû ku hevrêya me ya 22-23'ê Çileya 2023'an li herêma Besta ya Botanê şehîd bû hevala Ronahî Penaber e.
1. Hurgiliyên êrîşên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine kirin wiha nin:
Li herêma Zapê;
– 1'ê Adarê saet di 13:30'î de dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.
– 2'ê Adarê saet di 06:30'î de dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê. Hêzên me yên YJA Starê jî ji bo xwe biparêzin bi sûîqestê bersiv dan û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî;
– 1'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 1 û 2'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 103 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
2. Di daxuyaniya 5'ê Sibata 2023'an de me agahî dabû ku 6 hevrêyên me di 22 û 23'ê Çileya 2023'an de li herêma Besta ya Botanê, di şerê dijî dijmin de şehîd bûn. Her wiha me agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me Rojbîn, Delîla, Sila, Nûda û Dîrok parve kiribûn û diyar kiribûn ku agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya din dema eşkere bû, wê bi raya giştî re bêne parvekirin. Hevrêya me ya şeşemîn a ku şehîd bûyî, fermandara me ya fedaî Ronahî Penaber e.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Ronahî Penaber wiha ne:
Navê Kod: Ronahî Penaber |
Ronahî – Aysel Bayhan
Bajarê Wanê ku yek ji bajarên qedîm ên Kurdistanê ye, tevî hemû êrîşên dewleta Tirk a faşîst û mêtinger jî ji xeta xwe ya berxwedanê tawîz nedaye û bû yek ji bajarên sereke ku welatparêzî herî zêde lê tê jiyîn. Gelê me yê Wanê ku ne tenê ji bo jiyanê, di heman demê de li dijî hemû êrîşên qirkirinê bi avaniya xwe ya xurt a eşîrtiyê bersivên herî xurt dan û di vî warî de bûne mînakên herî berbiçav. Hevrêya me Ronahî li malbateke welatparêz a girêdayî eşîra Mamxurî ku li dijî van êrîşên dijmin, di têkoşîna parastina rûmeta xwe de berdêl daye, ji dayik bûye û mezin bûye. Rastiya ku di nava malbat û derdoreke ku bi têkoşîna me ya azadiyê ve bi xurtî girêdayî bû mezin bû, rê li ber wê yekê vekir ku di temenekî zûtir de di hevrêya me Ronahî de hişmendiya welatparêziyê ava bibe. Dîsa di temenekî biçûk de bi malbata xwe ya ku rastî polîtîkayên şewitandin û koçberkirina gundan a dewleta Tirk a faşîst hat re neçarî koçî Wargeha Mexmûrê bûn, bû sedem ku hevrêya me Ronahî hişmendiya dijmin pêş bixe û hêrseke mezin hîs bike. Hevrêya me Ronahî ku hesreta axa lê ji dayik bû mezin bû, her tim xeyal dikir ku hesab ji dijmin bipirse. Fêm kir ku pêkanîna xeyala wê, bi tevlîbûna li nava refên gerîla pêk were, hevrêya me Ronahî di sala 2009'an de tevlî nava refên gerîla bû.
Rêhevala me Ronahî ku bi coşeke mezin hat çiyayên azad ên Kurdistanê, heta kêliya gihîşt şehadetê karîbû vê kelecanê biparêze. Hêrsa hevrêya me Ronahî ya li dijî dijmin û hezkirina wê ya ji gerîla re hişt ku hê zûtir adapteyî jiyanê bibe. Rêhevala me Ronahî ku li Xakurkê perwerdeya Şervanê Nû wergirt, piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, ket nava pratîkê. Rêhevala me Ronahî ku li qadên Xinêrê, Avaşîn, Cîlo, Garê û Matîneyê bi wezîfeyên cuda rabû, tecrûbeyeke mezin bi dest xist. Hevrêya me Ronahî ku di dema xebatên pratîk de xwe di aliyê leşkerî de bi pêş xist, di heman demê de perwerdeyên branşan jî girt û weke gerîlayeke pispor û profesyonel bi rengekî çalak tevlî pratîkê bû. Di hemû qadên ku lê mayî de rola pêşangiyê hilgirtiye ser xwe û bi sekna xwe ya bi biryar û wêrek rengê xwe diyar kiriye. Hevrêya me Ronahî ku xwedî tevlîbûneke kedkar û fedekar bû, bi van taybetmendiyan ji aliyê hevrêyên xwe ve mînak hate girtin. Di vê serdemê de hevrêya me Ronahî ku fêhm kir tenê pêşketina leşkerî wê têrê neke, bi taybetî weke gerîlayeke jin li Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan perwerde dît. Rêhevala me Ronahî ku di pêvajoya perwerdeyê de kêmasiyên di pratîkên xwe de hê zelaltir dît û derfet dît ku li ser xwe lêhûrbûn bike û karibû ji van kêmasiyan dersên girîng derxe. Hevrêya me Ronahî ku di pêvajoya perwerdehiyê de li ser rêgezên jina azad û pratîkbûna wan lêhûrbûnên kûr bi pêş xistî, bi nîqaşên ku kirî pêşketina xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û her ku fêr bûye, di heman demê de fêr jî kiriye. Rêhevala me Ronahî ku bi sekna xwe ya dilnizm ji aliyê hevrêyên xwe ve bû xwedî hezkirin û rêzdarî, heta kêliya şehîd bû ev tevlîbûn dewam kir. Dîsa di pêvajoya perwerdehiyê de li ser têgihiştin û pratîkbûna Îdeolojiya Rizgariya Jinê hûrbûneke kûr pêş xist. Hevrêya me Ronahî ku her tim di nîqaşên li ser biryardariya jinê de cih girt, li ber ronahiya pratîk û tecrûbeyên xwe, ji bo bibe fermandareke pêşeng a YJA Starê gavên xurt avêt. Hevrêya me Ronahî ku di xeta Zîlan û Bêrîtanan de lêgerînerê jiyan û têkoşînê bû, dizanîbû ku vê lêgerînê çawa li hevrêyên xwe yên li dora xwe de jî bide destpêkirinê.
Hevrêya me Ronahî ku kîn û hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi hişmendiyê bi rêve bir, ji bo hestên xwe veguherîne zemîneke têkoşînê bi ser ket. Her ku hêrsa di wê de mezin bû, hevrêya me Ronahî têkoşîna xwe jî mezin kir, li ser vê bingehê derbasî Botanê ya ku kiblegeha gerîla ye bû. Hevrêya me Ronahî ku li vê derê li gelek qadan amade bû, weke fermandareke pêşeng a YJA Starê pratîkên serketî pêk anî. Hevrêya me Ronahî ku di gelek çalakiyan de ku derbên giran li dijmin xist bi rola pêşengiyê radibû, bi wêrekî û biryardariya xwe ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêya me Ronahî ku di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bi xeta şehîdan ve girêdayî bû û ji bo bicihanîna pêdiviyên vê xetê têkoşiya, bi pratika xwe bû şervaneke ku tola şehîdên me hilîne.
Di 22'ê Çileya 2023'an de li qada Bestayê di encama pevçûna bi dijmin re hevrêya me Ronahî bi gihiştina şehadetê re tevlî karwanê nemiran bû. Hevrêya me Ronahî bi sekna xwe ya bi biryar û wêrek di jiyana xwe de mîrateyeke mezin a berxwedanê hişt. Em weke hevrêyên wê soz didin hevrê Ronahî û hemû şehîdên xwe re ku emê mîrateya berxwedanê ya ji me re hiştiye mezin bikin û emê jiyana ku wan xeyal dikirin pêk bînin.
Li ser vê bingehê em di serî de ji malbata hêja ya hevrêya me Ronahî û tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî dixwazin.
2 Adar a 2023
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê