HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

1. Di 20’ê Tîrmeh (îroj) saet di derdora 02.00’ande li dijî qereqola Bilîcanê ya cîguhêz(seyyar) ku li mintiqa Uzundere di navbera gundê Bilîcan û Talisê ku girêdayî navçeya Colemerg Çelê ye ji hêla gerîla yê me çalakiyeke êrîşê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de ji 30’an zêdetir leşkerên dijmin ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin. Qereqola seyyar jî bi giştî ketiye bin kontrola gerîla yê me. Weke obus gule û hrw. çekên giran ji hêla gerîlayê me hatine imhakirin.

Li gel vê gelek çek û alavên leşkerî ji hêla gerîla yê me hatiye desteser kirin. Di danê serê sibê ku bi piştgiriya helikopterên kobrayan helikopterên skorsky ji bo kuştî û birîndarên xwe bibin hatin cihê çalakiyê rastî berxwedaniya gerîla yê me hatiye û bêyî ku kuştî û birîndarên xwe rabike bê encam paşde zîviriye.Li herêmê hîn jî cîh cîh di bin însiyatîfa gerîlayê me pevçûn berdewam dike. Di derbarê çalakiyê de dema berfirehi yên wê zelal bû wê ji raya giştî re were eşkere kirin.

2. Di 18’ê Tirmeh 18 Temmuz günü saet di 16.00’ande li navçeya Colemêrg Çelê dema maşîna transît derbas dibe ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye li darxistin. Di encama çalakiya ku gerîla yê me kişandine kamerayê de maşîna ji 10’an zêdetir leşker têde bû bi giştî imha bûye û gelek kuştî û birîndarê dijmin heye. Di derbarê vê çalakiyê dema berfirehiyên wê zelal bû wê ji raya giştî re eşkere kirin.

3. Di 19’ê Tîrmeh ji saet 21.00’an heta 20 Tîrmeh saer01.00’an li Herêmên Parastina Medya li dijî quntarê Xantur û herêma Şeşdara ku girêdayî Heftenînê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

4. Di 19’ê Tîrmeh ji saet 19.00 heta 20’ê Tîrmehê(îroj) saet 05.00’an li Herêmên Parastina Medya li dijî Çarçela ku girêdayî Zagrosê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

5. Di 18’ê Tîrmehê derdora saet 16.00’ande li ser caddeya riya hewirmêş(ipek) ku girêdayî navçeya Colemerg Çelê ye ji hêla gerîla yê me çalakiyeke suikastê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de serpelek(usttegmen) giran birîndar bûye. Serpelê piştî çalakiyê rakirin nexweşxaneyê li wir miriye.

6. Ji 18’ê Tîrmehê û vir ve li Herêmên Parastina Medya li tevahiya Heftenînê êrîşên havan û obusan tê lidarxistin. Di encama êrîşan de li derdora Tengê Kelê û gundê Dêrik yên bi ser Heftenînê ye şewat derketiye. Şewata li herêmê hîn jî berdewam dike.

20 Tîrmeh 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG