Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 18’ê Tîrmehê saet 22.45’ande li ser riya Wanê ya li navçeya Colemerg Geverê ye li dijî noqteya polîsa ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin nehatiye zelal kirin. Piştî çalakiyê helikopter û panzêrê girêdayî artêşa TC ye li cihê çalakiyê piştî lêgerîn û venêrîn kirine bê encam paşde zîvirîne.
2. Di 18’ê Tîrmehê ji saet 09.00 heta danê êvarî li Herêmên Parastina Medya li dijî Mambenê, Geliyê Bira, Avaşîn û Basya ku bi ser Zagrosê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama bomberanê de li herêmê agir destpê kiriye. Şewata li herêmê hîn jî berdewam dike.
3. Di 18’ê Tîrmehê saet di navbera 09.30-10.00’an û saet di navbera 22.30-24.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijıî Çiyareş, Gundên Karê û Elê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama bomberanê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
4. Di 16’ê Tîrmeh saet 21.00’ande li gelek noqteyên leşkerî yên li navçeya Sêrt Perwarî ji hêla tima YJASTAR a Şehit Hebûn û Tîmên Şehit Qehreman û Şehit Resul ji bo bîranîna hevalê me yê li Şemzînan û Perwarî şehit ketine ji 4 milan çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin.
Ji hêla milê yekemîn li ber Muduriyeta Ewlehiyê li dijî tîmên taybet yên karên JİTEM dimeşandin çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 tîmên taybet hatiye kuştin. Maşîna akrep ya bizirx jî ku tîmên taybet li ber rawestiya bûn ji hêla gerîla yê me hatiye îmha kirin. Herweha li dijî kamelya ya li bexçê Muduriyeya Ewlehiyê de ye ji hêla gerîla yê me çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyême nehatiye zelalkirin.
Ji hêla milê duyemîn li dijî kepirên (qulube) polîsan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 polîs hatiye kuştin.Ev yekîne ya me li dijî lojmanên Muduriyeta Ewlehiyê jî çalakiyekê lidardixistine. Di encama vê çalakiyê ji avahî yên lojmana zirar dîtiye.
Ji hêla milê sêyemîn li dijî kepira yekineya komandoyê jenderme çalakiyek hatiye li darxistin. Di encama çalakiyê de yên hatiye zelal kirin 4 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Herweha kepir tevî tiştê di hundirê wê de hatiye tune kirin. Piştî vê çalakiyê gerîlayê me li dijî avahiyên fermandariya jendermeyan çalakiyeke din lidarxistine. Di encama çalakiyê de yên ji aliyê me hatiye zelal kirin 3 leşkerên dijmin hatiye kuştin û avahiyên wê jî zirar dîtiye.
Ji hêla milê çaremîn li dijî Qesra Dadxane û yekineya ewlehiya Qesra Dadxane yê digre de çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin nehatiye zelal kirin.
Piştî çalakiyên hatine lidarxistin gerîlayê me bê wendahî vegeriyan baregehên xwe. Piştî çalakiyê artêşa TC lihevhatî li derdora avahiyên sîvîl gulebaran kiriye. Di encama van êrîşan de avahiyên sivîla zirar dîtiye. Herweha di zeviyên gel de jî şewat destpê kiriye. Ji 17’ê Tîrmehê û vir ve ji hêla artêşa TC li herêmê rewşa awarte hatiye ilankirin. Ketin û derketina bajêr hatiye qedexikirin. Cardin ceryan û xetên telefonê hatiye birîn.Piştî çalakiyan li derdora Perwarî bi pêşengiya cerdewanên herêmê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona ji hêla artêşa TC hatiye destpê kirin hîn jî berdewam dike.
19 Tîrmeh2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG