Çapemenî û Raya Giştî Re!
Gerîlayên me ku xwe dispêrin mîrateya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an û xaka pîroz a Kurdistanê bi rengekî fedaî diparêzin, berxwedana xwe ya dîrokî dewam dikin.
Artêşa Tirk ku sûcdarê şer e û nikare îradeya hêzên me yên bi ruhê milîtaniya Apoyî şer dikin bişkîne, bi bombeyên fosforê çeperên şer ên hêzên me bombe kir û careke din sûcê şer kir. Li gel van êrîşan jî di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 8 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 20 caran li dijî hêzên me çekên kîmyewî û teqemenî bi kar anî, bi dehan caran bi obusan û çekên giran, 9 caran jî bi balafirên şer bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.
Agahiyên berfireh ên li ser çalakî û êrîşan wiha ne;
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
– 10'ê Tîrmehê di saet 12:00 de dagirkeran ku xwestin bombeyan li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bibarînin bi rêbaza sekvaniyê hatin lêdan û 1 dagirker hate cezakirin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;
– 10'ê Tîrmehê di saet 09:30 an de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Axîn, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî kirin. Di encama çalakiyê de çeperek hate rûxandin û 2 dagirker hatin cezakirin.
– 10'ê Tîrmehê di saet 16:20 an de bi çekên giran li dagirkerên ku li Girê Şehîd Şahan hate xistin û 1 dagirker hate cezakirin.
3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;
– 10'ê Tîrmehê di saet 20:40 an de li dijî dagirkerên li qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker ku li nava xaka Başûrê Kurdistanê ye bi sekvaniyê çalakî hate kirin û 1 dagirker hate cezakirin.
– 10'ê Tîrmehê di saet 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dagirkerên di nava tevgerê de bûn hate lêdan û 1 dagirker hate cezakirin.
– 11'ê Tîrmehê di saet 04:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkerên ku hewl didan li derdora çeperên şer bi cih bibin, bi sekvaniyê çalakî hate kirin û 1 dagirker hate cezakirin.
– 11'ê Tîrmehê di saet 05:35 an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û 1 dagirker hate cezakirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;
– 10'ê Tîrmehê di saet 12:50 an de artêşa Tirk a dagirker li hemberî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bombeya fosforê û teqemenî bi kar anî.
– 10'ê Tîrmehê çeperên şer ên li qadên berxwedanê yên Şikefta Birîndara, Girê Cûdî, Girê Şehîd Pîrdogan, Girê FM û Girê Hakkarî 20 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.
Ji aliyê hêzên me ve hate tespîtkirin ku hin ji çekên kîmyewî yên hatin bikaranîn bi rengê gewr bûn û bêhna dermanê şuştina cilan jê dihat.
5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, çekên giran û balafirên şer;
– 10'ê Tîrmehê qadên Girê Hakkarî, Girê Amediyê, Girê cûdî û Girê Şehîd Piling ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin.
– 10'ê Tîrmehê qadên Gundê Guzê û Dola Şêranê yên Garê û qadên Şehîd Têkoşer Qehreman, Sîda, Şehîd Fedakar ên Zapê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
11 ê Tîrmeha 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê