HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Hêzên me çalakiyên xwe yên bi bandor ên li dijî artêşa Tirk a dagirker didomînin. Di encama çalakiyên hêzên me yên ku li dijî dagirkeriyê bi tîmên gerîlayên tevgerî

di qadek berfireh de û bi ruhê milîtaniya Apoyî tên kirin û derbên giran li dagirkeran dixin, 13 dagirker hatin cezakirin, 1 çeper û 1 sîstema kameraya mobesse hatin rûxandin, 2 çeper hatin derbkirin.

Agahiyên çalakiyên ku hatine lidarxistin wiha ne;

1. Li Herêma Zap;

– Di 1’ê Gulanê de li dijî dagirkerên ku dixwestin li derdora çeperên şer ên Girê Armanc ên Qadên Berxwedanê yên Çiyareşê bi cih bibin, saet 13:30’î de piştî ku ji aliye hêzên me ve hatin kontrolkirin ji du aliyan ve bi awayekî kordînekirî çalakiyek hatiye lidarxistin. Tîma yekemin a çalakiya; bi awayekî bandor li çeperên ku 6 dagirker tê de bûn xistin. Mewziyên ku li vir hatibûn hedefgirtin hate rûxandin û 6 dagirker hatin cezakirin. Tîma duyemîn ê çalakiyê; du çeperên dagirkeran kirin hedef. Di encama lêdanên bi bandor de 2 çeper hatin derbkirin û hêjmara dagirkerên hatin cezakirin nehate tespîtkirin.

 – Di 1’ê Gulanê saet 14.00’an de dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên Girê Rûbar bicîhbibûn ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin. Hêjmara dagirkerên ku di encama vê çalakiyê de hatin cezakirin û birîndarkirin nehate tespîtkirin.

– Di 2’yê Gulanê saet 09:30’an de dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên Kevirêkun ên Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara de bicîhbibûn, ji aliye hêzên me ve bi taktîka sûîqestê hatin hedef girtin û 1 dagirker hate cezakirin. Heman rojê saet 11.00 û 22.30’an de dagirkerên li derdora herêma Kevirêkunê careke din hatin gulebarankirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

– Di 2’ê Gulanê saet 13:00’an de dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên Girê Amargî yên li Qadên Berxwedanê yên girêdayî Kurojahro de bicîhbûne ji aliyê hêzên me ve bi taktîkeke sûîqestê hatiye hedef girtin û encam de 1 dagirker hatiye cezakirin.

– Di 2’yê Gulanê saet 10.00’an de dagirkerên ku xwestin bi teqemeniyan Qadên Berxwedanê yên girêdayî Kurojahro bombebaran bikin ji aliyê hêzên me ve bi taktîka sabotajê hatin hedefgirtin û encam de 2 dagirker hatin cezakirin.

– 2’ê Gulanê saet di navbera 11:30 û 16:00’an de artêşa Tirk a dagirker 3 caran bi teqemenî û çekên kîmyewî çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Kurojahro bombardûman kirin.

2. Li Herêma Xakurkê;

– 2’ê Gulanê di saet 11.50 an de dagirkerên ku li Girê Şehîd Axîn de xwe bicîhkiribûn ji aliye hêzên YJA Star ve bi çekên giran hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin û piştre artêşa Tirk a dagirker herêm bi obus û hawanan bi awayekî dijwar bombebaran kirin.

3. Li Herêma Metîna;

– 2’ê Gulanê saet 17.50 an de dagirkerên kul i herêma Girê Azad de bicîhbûne ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin. Di encama çalakiyê de hedefên ku hatibûn diyarkirin bi awayekî serkeftî hatin lêdan. Di heman rojê saet 12.30 an de 11 kameraya mobesse ya girêdayî dagirkerên ku li Girê Koordîne de bicîhbûne hate hedefgirtin û hate tunekirin.

4. 1’ê Gulanê di navbera saetên 12.00 – 15.00 an de Girê Amediyê, Boxaza Azadiyê, Kanîgûzê û Girê FM yên girêdayî herêma Zap’ê bi obusên ku ji qereqolên ser sînor tên avêtin ve hate bombebarandin.

– 2’ê Gulanê di navbera saetên 12:00 – 23:45 an de herêmên Çemço, Saca, Girê Cudî, Girê FM, Girê Amediyê û Sergelê yên girêdayî Zapê bi obusên ku ji qereqolên ser sînor tên avêtin û 19 caran jî bi balafirên şer ve hate bombebarandin.

– 2’ê Gulanê di navbera saetên 11:50 – 20:00 an de herêmên Koordîne, Serê Metîna, Golka, Girê Ortê û Beşîlê yên girêdayî Metîna bi obüs û hawanên ku ji qereqolên ser sînor tên avêtin û 9 caran jî bi balafirên şer hate bombebarandin.

– 2’ê Gulanê saet 17:30 an de derdora Ava Lolanê ya girêdayî Xakurkê bi balafirên şer 3 caran hate bombebarandin.

3 ê Gulan a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê