Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Artêşa Tirk a dagirker ji payîzê ve li seranserê Botanê dest bi operasyonên dagirkeriyê yên berfireh kiriye. Piraniya van çalakiyan ji aliyê hêzên me ve bi awayekî şareza hatine pûçkirin.
Li hemberî operasyona dagirkeran a li herêma Cûdî ya dawî hatiye destpêkirin, hêzên me bi tîmên gerîlla yên tevgerî bersiveke bi bandor dane û rêzeçalakiyên ku derbên giran li dagirkeran xistin pêkanîne.
Çalakiyên hêzên me yên li herêmên Avaşîn û Zapê bi şêwazê tîmên gerîlayên tevgerî bê navber dewam dikin. Tîmên gerîlla yên tevgeri yên ku her devera Avaşîn û Zapê veguherandine qadên berxwedanê, bi gelek taktîkan derbên giran li dagirkeran dixin. Di heman demê de berxwedana hêzên me ya li çeperên şer bi ruhekî bilind ê fedayi yê Apoyî didome. Artêşa Tirk a dagirker ku ji aliyê tîmên gerîla yên tevgerî ve tên lêdan û li dijî çeperên şer encam nagire, dîsa bi awayekî dermirovî bi çekên kîmyewî êrîşî çeperên gerîla dike.
Di çalakiyên hêzên me yên bi tîmên gerîlayên tevgerî ji Bakur heta Başûr bi giştî 16 dagirker hatin cezakirin, 1 dagirker birîndar bû û 1 helîkopter jî derb xwar.
Agahiyên çalakiyên ku hatine lidarxistin wiha ne;
1. Li Herêma Botanê;
Detayên çalakiyên ku ji aliye hêzên me YJA Star ve li herêma Cudî hatine lidarxistin wiha nin:
– 29’ê Nîsanê saet di 15.00’an de piştî hêzên me yên YJA Starê dagirkerên ku li Girê Hendek xistin bin kontrola xwe, bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîlayan ji du milan ve li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku piştî çalakiyê qad bombe kirin, bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.
– 29’ê Nîsanê dagirkerên ku li herêma Teyrê Baz bi cih bûne ji aliyê hêzên me ve hatine şopandin. Dagirkerên ku ketine bin kontrolê, di saet 18.00’an de ji aliyê tîmên gerîlla yên tevgerî ve bi taktîka sizma hedef hatin girtin û bi bombeyên destan û çekên ferdî derbên giran li wan xistin. Piştî vê çalakiya ku di encama derbên bi bandor de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkeran bi panîkê derdora xwe reşandin. Dagirkeran di saetên êvarê de bi helîkopteran windahiyên xwe ji herêmê rakirin.
– Di 30’ê Nîsanê saet 10.30’an de dagirkerên li ser girê Teyrê Bazê ji her du aliyan ve careke din ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û lêdan. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi desteka helîkopterên êrîşê windahiyên xwe ji herêmê rakirin. Artêşa Tirk a dagirker ku di encama çalakiyên hêzên me de derbên lê ket, êvara 30’ê Nîsanê piştî ku herêm bi helîkopterên êrîşê, hawan û obusan bi dijwarî bomberdûman kir, neçar ma ku operasyona dagirkeriyê paşde vekişîne.
Ev çalakiyên bi bandor ku 7 dagirker hatin cezakirin, ji aliye tîmen gerîlayên tevgeri yên li herêma Botanê ve ji bo tola hevrêyên me yên nemir ên li Avaşîn û Zapê şehîd bibûn hatin lidarxistin.
2. Li Herêma Avaşînê;
– 1’ê Gulanê saet 00.00’an de dagirkerên ku li Qadên Berxwedanê yên Werxelê ne ji aliye hêzên me ve bi awayekî hemwext ji du aliyan ve bi taktîka sûîqestê hatin hedefgirtin û 2 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê qada berxwedanê bi obusan hatiye bombekirin.
– 1’ê Gulanê saet 13:20’an 3 çeperên dagirkeran ên li derdora Qadên Berxwedanê yên Werxelê ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Di encama çalakiyê de 3 çeper hatin derbkirin.
– 1’ê Gulanê saet 15:35’an de, dagirkerên ku xwestin li Qadên Berxwedanê yên Werxelê bi cih bibin, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û gulebaran kirin. Dagirkerên ku, piştî vê çalakiya hêzên me gavekê paşde vekişiyan, herêm bi dijwarî bomberdûman kirin.
3. Li Herêma Zapê;
– Helîkopterên ku dixwestin li ser navçeya Amediye ya Dihokê ya di bin kontrola PDK’ê de biçin Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, 30’ê Nîsanê bi şev ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Di encama derbeyên bi bandor ên hêzên me de 1 helîkoptera Skorsky derb xwar û neçar ma ji qadê derkeve.
– Di 30’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî yên li Qadên Berxwedanê yên Karker û 2’ê Gulanê jî çeperên şer ên Girê Berxwedan ên li Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şahîn bi çekên kîmyewî bombebaran kirin. Li vir gaza kîmyewî ku bi rengê wê spî û bi tama wê tal e, tên bikaranîn.
– 1’ê Gulanê di saet 10:50 an de dema dagirkeran xwestin li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Harûn ya girêdayî Qadên Berxwedanê yên Kurojahro bicîh bibin ji aliye hêzên me yên YJA Star ve hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin, 1 dagirker jî hate birîndarkirin.
– Roja 1’ê Gulanê saet di navbera 07:15 û 11:00’an de dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên Kevirêkun ên Qadên Berxwedanê yê Kurojahro bûn, ji aliye hêzên me bi taktîka sûîqestê 3 caran hatin hedef girtin. Di encama van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin. Heman rojê saet 14.00’an de dîsa dagirker ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û hate lêdan. Li vir jî 1 dagirker hate cezakirin.
– 1’ê Gulanê saet 11:15’an de dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên Girê Ortê yên Qadên Berxwedanê yên Karkerê bûn, ji aliye hêzên me ve hatin hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin.
– 1’ê Gulanê saet 12:20’an de dagirkerên ku li Qadên Berxwedanê yên Werxelê ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û gulebaran kirin û encam de 1 dagirker hate cezakirin.
4. Di 1’ê Gulanê de qadên Girê Cûdî, Çemço û Saca yên herêma Zapê bi dehan caran ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan, 11 caran jî bi balafirên şer hatiye bombekirin. Heman rojê danê sibehê ji qereqolên li ser xeta sînor Qadên Berxwedanê yên Werxelê bi obusan hate bombekirin.
– 1’ê Gulanê saet di navbera 18.00-00.00’an de Girê Hakkarî yê herêma Metîna bi balafirên şer û obusên ku ji aliye qereqolên ser sînor tên avêtin ve hate bombebarandin.
2 ê Gulan a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê