Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 17’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Navenêr ku girêdayî qada Cudî ku bi ser Şirnexê ve ye operasyonek hatibû li dar xistin û di vê operasyonê de gerîlayekî me yî bi navê Ferhad (Muhammed Hamûdî) ku agahiyên der barê nasnameya wî de îro zelal bû şehîd ketiye.
Agahiyên der barê hevalê me yî şehîd de;
Ferhad Sîlvan Muhammed Hamûdî 1984 / Efrîn 2001 / Helep Sidika Tahir 17 Cotmeh 2009 / Cudî, Şırnex |
Ferhad Sîlvan:
Rêheval Ferhad di sala 1984’an de li Efrînê hatiye dinê û di nava malbateke welatparêz de mezin bûye. Rêheval Ferhad piştî komploya li hember Rêber Apo wekî ciwanekî ku her dem dianî ziman ku, divê ji bona ku em layîqî Rêber Apo bibine bixebitin, berî ku beşdarî nava refên gerîla bibe, di jiyana xwe ya sivîltiyê de di nava xebatan de dimîne. Piştî ku rêheval Ferhad xwe digihîne biryara ku encax wê li çiya di nava refên gerîla de ji bikaribe têkoşînê bilind bike û layîqî Rêber Apo bibe, di sala 2001’ê de beşdar dibe.
Rêheval Ferhad li qadên pratîk de bi kedkarî, dirûstî û girêdana xwe dihate naskirinê û hezkirinê û di gerîlatiya xwe ya 8 salan de her dem girêdayî Serokatî, gel û têkoşîn ma.
2. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê rêheval Ferhad bibîranî û da zanîn ku em wekî HPG di şerê Parastina Rewa de ku em bi pêş dixin, di şexsê şehîd Ferhad de em ê her dem pewrewên wî bin. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku em soz didin ku em ê hesreta şehîdan ku têkoşîna azadkirina Rêber Apo û Kurdistan bû bibine hetanî dawiyê.
20 Cotmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê