HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 16’ê cotmehê de bi roj saet di navbera 15:00-18:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Sîlortê ku girêdayî Şemzînana Colemêrgê ne, êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye li dar xistin.

 

2. Di 15’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Mergezerê ku girêdayî Geverê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Di 16’ê cotmehê de jî li hember gundên Matê, Alan Tût û Medê ku girêdayî heman qadê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin û operasyon di saetên êvarî de bi paş ve vekişiyaye.

3. Di 14’ê cotmehê pê ve rojê du caran ji hêla firokeyên kobra yên Artêşa TC’ê ve qadên Kutudere û Rojdere têne bombebarankirinê. Di encama bombebaranan de li qadan şewateke ku hê jî didomin derketiye.

4. Di 10’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Reşîda ku girêdayî Şemzînanê ye operasyonek hatiye li dar xistinê û ev operasyon di 13’ê cotmehê de bêyî ku encamekê bigire bi paş ve vekişiyaye.

5. Di 5’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Çemçê ku girêdayî navçeya Kaxizmana Qersê ye operasyonek hatibû destpêkirinê. Operasyona navborî hê jî didome û bi kemînavêtinên li gundê Agri û Mênavûsê didome.

17 Cotmeh 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê