Ji bo gelê me û raya giştî re!
Berxwedana bi heybet a bi Newroza 2012'an destpêkir û berdewam kir, bi destpêkirina tekoşîna gerîlayê me bi heman ruhî li çiyayê me yê azadiyê gihîştiye heman astê. Bi vê biryardariyê tekoşîna me berdewam dike. Hukumet û artêşa AKP'ê li beramberî vê pêşketin û biryardariyê her cure leystokê qirêj û planên veşartî xistiye meriyetê û gelek mirov ji bo vê armanca xwe dixwazin bikin amûr.
Weke HPG'ê tevî me gelek caran hişyar kiriye hîn jî kes û derdorên karê dijmin hêsan dike an jî xwedî helwesteke neyînîne û li dijî nîrxên gelê me û tevgera me bi dijmin re di nava hevkariyê de dimînin wê weke dijmin bê nîrxandin. Kes û derdorên yekser tevlî xebatê avakirina qereqol û bendavan dibin bi wesayitên xwe piştgiriyê didin û di nava tevgerên qirêj de ne wê weke amûrê mêtingeriyê bên nîrxandin û li gor wê wê nêzîkatî bê pêşxistin.
Divê kes û derdorên di nava van hewldanan de ne tavilê dest ji van kiryarên xwe berdin û li beramberî gelê me û tevgera me xwedî seknek durust bin. Ger naxwazin bibin hevkarê kuştina gelê me divê teqez dest ji van karên kirêt berdin. Berovajî vê yekê wê weke perçeyeke artêş û dewleta tirk were dîtin û li gor wê nêzîkatî bê kirin.
27 Avrêl 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê