Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24'ê Avrêlê de di saet 09.00'an de li navçeya Şemrexa Mêrdînê li ser riya Mêrdîn û Amedê li dijî leşkerê ji qereqola Avgewrê derketine ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encma çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
2. Di 22'ê Avrêlê de li navçeya Stewra Mêrdînê li dijî derdora gundên Zonê Û Zordek ên bi ser bajaroka Barmanêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxisitin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn danînê berdewam dike.
3. Di 25'ê Avrêlê de di saet 06.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerê artêşa dagirker a tirk ê li dijî herêma gundê Yekmalê derketiye operasyonê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê bi helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombekirin.
4. Di 25'ê Avrêlê de di navbera saet 06.00-10.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Nizorê û Geliyê Sûlê yên bi ser Heftenînêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
26 Avrêl 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê