Ji çapemenî û raya giştî re!
Vê carê jî artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê gel hedef girt û komkujiyek nû pêk anî. Di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk de li gundê Zergelê 8 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Roja 1’ê Tebaxê saet di navbera 04:00 – 05:00’an de gundê Zergelê yê girêdayî herêma Qendîlê ya girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve bi awayekî dijwar hatiye bombebarankirin. Artêşa Tirk di bomberdûmanê de herêmên niştecihbûna sivîlan bi taybetî hilbijartiye û lê xistiye. Ji aliyê artêşa Tirk ve êrîşên ku di encamê de ji gelên herêmê 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û dehan kes jî birîndar bûne.
Roja 31’ê Tîrmehê di navbera saet 15:30 – 17:00’an de qereqolên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê li hemberî herêmên Dola Mustefa, Şehîdgeha Şehîd Bêrîtan û qûntarê girê Şehîd Sarya yên li ser xeta sînor ê herêma Xakurkê ya girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê ne bi obus û hewanan hatiye bomberdûmankirin. Êrîşên artêşa dagirker a Tirk a bi obus, hewan, tank û çekên giran a li hemberî qadên gerîla pêk tîne zêde dibin.
Roja 31’ê Tebaxê saet di navbera 12:00 – 13:00’an de ji qereqola Bilîcan a li ser xeta sînor a herêma Avaşîn a girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê ye li hemberî girê Korukaya yê girêdayî herêma Sumbulê; qereqola Oremarê jî Girê Deltayê bi obus û hewanan bombebaran kiriye. Her wiha di heman rojê saet di navbera 19:00 – 20:00’an de qereqola Oremarê dîsa li hemberî girê Deltayê bi obus û hewanan bombebaran kiriye.
Roja 31’ê Tîrmehê saet di navbera 12:00 – 13:00’an de ji qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, herêma Şehîd Rehîma ya li ser xeta sînor a herêma Avaşîn a Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê, saet di navbera 10:00 – 11:00, 14.00 – 15:00, 20:00 – 00:00 û 1’ê Tebaxê saet di navbera 03:00 – 04:00’an li hemberî herêma Şehîd Gafûr bi obus, hewan û tankan bomberdûman pêk aniye. Her wiha qereqola Bilîcanê saet di navbera 12:00 – 18:00’an de herêmên Şehîd Feraşîn, Dola Bîra û girê Elîşêr bi hewan û obusan bombebaran kiriye. Li hemberî van êrîşên ku pêşketine gerîlayên me jî bi çekên giran bersiv dane.
Roja 31’ê Tîrmehê saet di navbera 21:00 – 23:00’an de qereqola girê Şivan ê li ser xeta sînor a herêma Heftanînê ya Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê, girên Partîzan û Keçel bi hewan û obusan bombebaran kiriye.
Roja 31’ê Tîrmehê saet 21’ê Tûgaya Elkê ya Şirnexê herêma Laleş a girêdayî navçeya Elkê bi obus û hewanan bombebaran kiriye.
Roja 21’ê Tîrmehê saet 23:00’an artêşa Tirk hemberî herêma Besta ya Şirnexê bi obus û hewanan bombebaranek pêk aniye.
‘LI XINÊRE Û XAKURKÊ KEŞIF PÊK HAT’
31’ê Tîrmhê saet di navbera 08:30 û 15:00’an de li ser herêmên Xinêre û Xakurkê Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif hatiye kirin.
Roja 1’ê Tebaxê saet 03:30’an de li ser herêma Zagrosê tevgera balafirên şer û pêgerên hewayî yên bê mirov hatiyê jiyankirin. Roja 31’ê Tîrmehê saet di navbera 05:00 – 18:00’an de li ser herêma Heftanînê tevgera balafirên şer hatiye jiyankirin; saet di navbera 14:30 – 16:30’an de li ser herêma Garê bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif hatiye kirin.”
‘3 GERÎLAYAN ME JIYANA XWE JI DEST DA’
Di bombardimanên artêşa Tirk a di 30’ê Tîrmehê de li hemberî herêmên Avaşîn, Basya û Zagrosê de pêkanî de 3 gerîlayên me jiyana xwe ji dest daye.
Me encamên bomberdûmana artêşa Tirk a roja 30’ê Tîrmehê bi gelê xwe û raya giştî re parve kiribû. Di encama van êrîşan de ji herêma Avaşîn, Basya û Zagrosê ji saet 14:00’ê destpêkir heya 21:00’an bi giştî bomberdûmana 7 saetan de 3 gerîlayên me şehîd ketine. Emê agahiyên nasnameyên gerîlayên xwe piştre bi raya giştî re parve bikin.
1 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG