HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Gerîlaye me bi çalakiyan bersiv didin êrîşên dewleta Tirk. Di çalakiyan de herî kêm 14 leşker û 2 polîs mirin.
31’ê Tîrmehê saet 07:30, gerîlayên me li ser rêya di navbera navçeya Licê-Hênê yên Amedê de li hember wesayîteke artêşa Tirk a bi navê kîrpî çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di çalakiyê de 16 leşker birîndar bûne.

28’ê Tîrmehê li navçeya Fîskaya ya Amedê gerîlayên me li hember wesayîteke zirxî ya bi navê Akrep çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de 2 tîmên taybet bi giranî birîndar bûne.

31’ê Tîrmehê saet 23:00, gerîlayên me li navenda navçeya Xelat a Bedlîsê li hember nizamiyeya avahiya TÎM’ê bi çekên giran çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 polîs mirin.

30’êTîrmehê saet 23:00 li navçeya Norşîn a Bedlîsê li hember Midûriyeta Polîsan, avahiya TEDAŞ’ê û Karên Avê ya Dewletê ji sê milan ve çalakî hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de li hember Midûriyeta Polîsan çekên B7 hatine bikaranîn, 3 wesayîtên TEDAŞ’ê, 2 konteyner, 2 wesayîtên vîncê û gelek kelûpelên teknîkî yên Midûriyeta Karên Avê ya Dewletê, hatine rûxandin.

1’ê Tebaxê saet  01:00 gerîlayên me li hember nizamiyeya Fermandariya Kolorduya heftemîn a girêdayî navenda Amedê çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê  artêşa Tirk baxçeyên Hevsel bi gelek helîkopter û leşkeran dorpêçkirin.

31’ê Tîrmehê gerîlayên me rêya li nêzî gundê Kozmerîk ê di navbera Dêrsim-Erzînxanê de girtin û nasname kontrol kirin. Gerîlayên me li vir der barê pêvajoyê de gel agahdar kirine. Li ser herêma çalakiyê saet 17.00’an pêgerên hewayî yên bê mirov geriyane. Saet 19.00’an helîkopterên Kobra hatine qadê û qûntarên Kozmerîk û Gurmelîk bombe kirine. Her wiha Qereqola Kutudere qûntarên Kozmerîk bi hewanan bombe kirine.  

31’ê Tîrmehê saet 18:30 gerîlayên me rêya di navbera navçeya Qaqizman a di navbera Erzirom-Qersê de girtine. Li vir der barê pêvajoyê de gel agahdar kirine. Her wiha saet 21.00’ê pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne. Saet 23.00’an helîkopterên Kobra jî erazî rasterast gulebaran kirine û di encama vê de li eraziyê şewat derketiye. Her wiha gerîlayên me 4 wesayîtên saziyên dewletê şewitandine. Pirek nêzî Erziromê hatiye tinekirin.

LI GABARÊ 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN GELEK KELÛPELÊN LEŞKERÎ HATIN DESTESERKIRIN

Li qada Gabar a Botanê gerîlayên me li hember êrîşên artêşa Tirk ên zêde bûne çalakiyên bi bandor pêk anîne. Di çalakiyê de 13 leşker hatine kuştin.  

30’ê Tîrmehê saet 09:00'an gerîlayên me li hember girên Once Vatan û Cotyar ên girêdayî qada Gabarê ya Botanê çalakî li dar xistine. Di çalakiyê de hêzên me yên gerîla heta çeperan çûne 9 leşker hatine kuştin. Li vir kelûpelên aîdî leşkerên hatine kuştin hatine desteserkirin:  

1 çekek BKC du çenteyên aîdî wê û 100 guleyên wê,

1 G3 çek,

4 Tebence,

1 Dûrbîna Şevê,

1 Dûrbîna Roj,

1 Dûrbîna Roj,

1 Cîhazeke Biçûk û 2 Harddîsk hatine desteserkirin. Herwiha 1 çeka BKC hatiye derbkirin.

Di çalakiyên fedayî yên li hember girên dijmin hevrê Harûn Çekdar ê fermandarê milekî çalakiyê bû, bi ruhekî Apoyî li hember vê zîhniyeta ku komkujiyan ji gelê me re wek maf dibîne çalakiya xwe pêk aniye.  Piştî pevçûnan hevrê Harûn ê gihişt çeperên dijmin bombeyên li ser xwe teqandine û bersiva pêwîst daye êrîşê dijmin ên di ti nirxên mirovatiyê de cih nagirin.

Dîsa di çalakiyên sûîqestê de 4 leşkerên din jî hatine kuştin. Piştî çalakiyê bi helîkopterên kobra, balafirên şer, obus û hewanan qad hatiye bombe kirin. Di encama bomberanê de li eraziyê şewat derketiye.

1’ê Tebaxê saet 00:30 gerîlayên me li navçeya Pilûr a Dêrsimê li hember qereqola Halisa çalakiyeke sûîqestê pêk hatiye û leşkerek miriye.

31’ê Tîrmehê saet 20:30 gerîlayên me, li hember Midûriyeta Polîsan a Şaxê ya girêdayî navçeya Şax a Wanê bi çekên ferdî çalakiyek hatiye lidarxistin. Li vir der barê kuştî û birîndaran de ti agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin. Gerîlayekî me bi lehengî şer kirine û gihiştine şehadetê.”

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane:

harun umit_small

 

 

Nasnav: Harun Çekdar

Nav û Nasnav: Umît Turan

Cihê Jidayikbûnê: Kayserî

Navê Dayik û Bav: Dîlber - Siddik

 Cih û Dîroka Şehadetê: 30’ê Tîrmeha 2015 / Botan

 

Harun - Umît Turan

yilmaz cemal_small

 

 

Nasnav: Yilmaz Botan

Nav û Paşnav: Cemal Ozlu

Cihê Jidayikbûnê: Mersîn

Navê Dayik-Bav: Esmer - Halîl

Dîrok û Cihê Şehadetê: 31’ê Tîrmeha 2015 / Wan


Yilmaz -  Cemal Ozlu

1 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG