Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 19’ê pûşperê de bi roj saet di 02.00’yan de ji hêla gerîlayên me ve li hember Qereqola Garê ku girêdayî navçeya Şemzînanê ye, dema ku dijmin di nava hewldanên operasyonê de ye, çalakiyeke serdegirtinê li dar xistiye.
Qereqola Garê ku bi armanca li ser sînor operasyon li dar bi xe û girê Konserve ku ewlekariya qereqolê digire, ji hêla gerîlayên me ve hetanî danê sibehî 07.30’an hatiye lêdan. Di çalakiyê de bi tevahî 37 leşkerên dijmin hatine kuştin û eydî dijmin gerîlayên me dest dane ser 3 çekên ferdî HK-33, 2 qemerayên termal û dûrbîneke şevê. Wekî din gerîlayên me 2 heb çekên bi tîpa A-6, bêtêleke mezin û gelek çekên ferdî tune kirine. Piştî ku bi armanca destekê skorksy têne qadê, gerîlayê me skorskyek derbe kirine.
Di çalakiyê de 3 gerîlayên me yên bi navê Devrîm (Kenan Geyîk), Botan (Fuat Yilmaz) û Kûrtay (Bariş Elver) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
2. Di 19’ê pûşperê de saet di 20.00’an de balafirên şer ên Artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qadên Şehîd Bêrîtan, Garê û Şehîd Ehmed û gundên PKK û Cinetê ku girêdayî Xakurkê ne êrîşeke hewayî li dar xistine. Di vê êrîşê de li qadên sivîl keçeke 11 salî jiyana xwe ji dest daye û 3 gundî jî bi giranî birîndar bûne.
3. Di 19’ê pûşperê de saet di navbera 20.00-21.30’an de li Qadên Parastina Medya li hember girê Bêtalmayê ku girêdayî Heftanînê ye, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
4. Di 19’ê pûşperê de saet di 14.00-19.00’an de li Qadên Parastina Medya li hember gundê Sernê û qada Çiyareş, girê Angola û Cehenemê, ji hêla Artêşa TC’ê bi hawan û obûsan hatiye lêdan.
5. Di 19’ê pûşperê de saet di 04:00’an de hêzên gerîlayên me li qada Depînê ku girêdayî Şemzînanê ye, li hember yekîneyeke dijmin çalakiyek li dar xistine û di vê çalakiyê de polêsek dijmin hatiye kuştin.
6. Di 19’ê pûşperê de saet di 14.00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qada Hergûşê ku bi ser Zagrosê ve girêdayî ye, balafirên şer ên dijmin bombebarîn kirine.
7. Di 19’ê pûşperê de bi roj saet di navbera 14.00-15.00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Egndê Elê û Kêrê û qadên Çiyareş û Cehenemê ku girêdayî Zapê ne, êrîşên şer ên dijmin bombebarîn kirine. Li hember vê êrîşî hêzên hewayî yên HPG’ê bersiv dane û balafireke şer a dijmin derbe kirine.
8. Di 19’ê pûşperê de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li bajarokê Xervîsê ku girêdayî Bedlîsê ye, li hember yekîneyeke dijmin çalakiyeke li dar xistine û di çalakiyê de leşkerek dijmin hatiye kuştin.
9. Di 17’ê pûşperê de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de li Pasûra Am,edê pevçûneke hatiye jiyandin.
Agahiyên der barê hevalên şehîd de;
Devrîm Tatvan |
DEVRîM TATVAN - KENAN GEYÎK
Botan Dekay |
BOTAN DEKAY - FUAT YILMAZ
Kurtay Întîkam |
KURTAY ÎNTÎKAM - BARIŞ ELVER
20 Pûşper 2010
Navenda Ragihandin-Çapemeniyê ya HPG