HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 18’ê pûşperê de ji hêla gerîlayên me ve li qada Serê Sêvê ku girêdayî navçeya Çelê ye, li hember leşkerên dijmin çalakiyeke hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de kamyoneke ku alavên xwarinê ji qereqoleke li qada Serê Sêvê re dibe, saet di 21:10’an de hedef hatiye girtin û di çalakiyê de 4 leşkerên li derdora maşînê hatine kuştin.

Piştî çalakiyê gerîlayên me avahiya qereqolê hedef girtine, bes der barê mirî û birîndaran de agahiyeke zelal bi dest neketiye.

 

2. Di 18’ê pûşperê de bi şev saet di 02.00’yan de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li hember yekîneyeke dijmin ku li qada Geliyê Dostkî ku bi ser Geverê ve girêdayî ye çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de çeperên dijmin ji du milan ve hedef hatine girtin û di çalakiyê firokeyeke skorsky lêdan xwariye. Di çalakiyê de 9 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê dijmin bi firokeyên kobra êrîş birine qada çalakiyê û ji hêla me ve firoke bi paş ve hatiye pijiqandin. Piştre dijmin heman qadê daye ber hawan û obûsan.

3. Di 18’ê pûşperê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li qada Sînekê ku girêdayî navenda Agiriyê ye operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona ku gundê Extê û Emê û qada Kêrda Elya girtiye nav xwe, hê jî didome.

4. Di 16’ê pûşperê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qereqola Bêzelê ku girêdayî Şemzînanê ye operasyonek hatiye lidarxistin. Heman rojê hêzên gerîlayên me li hember dijmin çalakiyeke sûîkastî li dar xistine û di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin.

5. Di 15’ê pûşperê de bi roj saet di navbera 07.30-12.30’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li qada Bêzelê ku girêdayî Şemzînanê ye rê birîne. Di çalakiyê de ji rêwiyan re propaganda hatiye kirin û 4 kamyonên ku alavên xwarinê ji dijmin re dişînin hatine şewitandin.

6. Di 15’ê pûşperê de saet di 21.00’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li navenda Colemêrgê li hember polêsan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de tîmek taybet hatiye kuştin.

7. Di 14’ê pûşperê de li hember qada Şehrîbanê ku girêdayî Bestayê ye, hêzên gerîlayên me li hember yekîneyeke dijmin a bi tevger çalakiyek li dar xistin. Di heman rojê de saet di 15,30’an de dema ku dijmin hewl daye li girê Silavê bi cî bibe, gerîlayên me êrîş birine ser dijmin û di vê êrîşê de 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê li sirtên Girê Hêlizê, Tezta Gûzê, Tengava Traktorê, Tirnê Kirdoşê, Girê Daranca, Girê Demana û qaa Çelê Sor çekên giran bi cî kiriye û operasyonek li dar xistiye û di 16’ê pûşperê de jî bi paş ve vekişiyaye.

8. Di 14’ê pûşperê de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li hember leşkerên dijmin ku li Girê Bavana Dara Hênê bi cî bûye çalakiyek li dar ketiye. Di çalakiyê de mirî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirinê. Di vê çalakiyê de gerîlayekî me yî bi navê Yilmaz (Omer Atahan) bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şehadetê.

Agahiyên der barê hevalê şehîd de;

Yılmaz - Ömer Atahan

Yilmaz
Omer Atahan
1987 / Farqîn, Amed
2009 / Amed
Hivya
Mehmet Tevfik
14 Pûşper 2010 / Dara Hênê, Çewlik

 

19 Pûşper 2010

Navenda Ragihandin-Çapemeniyê ya HPG