Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Heftanînê;
— 12'ê Tîrmehê saet di 19:20'î de li Qada Kanî Biyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.
2. Li herêma Metînayê;
— 13'ê Tîrmehê saet di 14:10'î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên nîv otomatîk li kepçeyeke dagirkeran hate xistin. Di encama çalkaiyê de derb li kepçeyê hate xistin û hate rawestandin.
3. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 13'ê Tîrmehê saet di 05:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin.
— 13'ê Tîrmehê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê bi sûîqestê li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê kirin, dagirkerek hate cezakirin.
— 13'ê Tîrmehê saet di 14:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
— 13'ê Tîrmehê saet di 16:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.
— 14'ê Tîrmehê saet di 11:30 û 13:25'an de bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan tektîka şer li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bikin. Derb li çeperekê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
— 14'ê Tîrmehê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.
4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 14'ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— 12, 13 û 14'ê Tîrmehê li herêma Xakurkê Girê Şehîd Hawar, Şehîd Şerîf, Berbizinê, Sinînê, Xinêrêya Jor 9 caran, li herêma garê qadên Spîndarê, Mijê, Zêvkê, Xêrê û Gûzê 13 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qadên berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 5 caran; bi giştî 27 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 14'ê Tîrmehê li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Golka, Şêlazê, Dergelê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar û li Herêma Xakurkê Qada Girê Şekîf bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
15ê Tîrmeha 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê