HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar, ji bo bîranîna Berxwedêrên 14ê Tîrmehê yên ku gotin ‘’Berxwedan Jiyan e!’’ û li Zîndana Amedê berxwedan bilind kirin û sekna vînî ya herî bi heybet a dîrokê nîşan dan, çalakiyên bi bandor û encamgir ên hewayî li dar xist.

Di navbera dîroka 3 – 11ê Tîrmehê de baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi amûrên hewayî hatin hedefgirtin. Baregehên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran, baregehên Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê û dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sergelê 4 caran ji hewa ve hatin lêdan. Di van çalakiyan de 5 dagirker hatin cezakirin, 8 dagirker birîndar bûn, 2 wesayîtên zirxî yên tîpa Kîrpî hatin rûxandin û baregehên dagirkeran rastî ziyaneke mezin hatin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi çalakiyên domdar ên hewayî di taktîkê de kûranî, afrînerî, dewlemendî û di serweriya teknîkê de jî asteke girîng bi dest xistine. Dewleta Tirk a dagirker hem ji bo ku asta Gerîlayên Azadiya Kurdistanê gihiştiyê û bandora wê asteng bike, hem jî derbên ku di dem û cihên qet napê de ji hewa ve dixwe, veşêre, çi wendahiyên xwe aşkere nekiriye. Weke Gerîlayên Azadiya Kurdistanê heya niha me çawa kiribe, çalakiyên hewayî yên Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar tevî dîmenên wan pêşkeşî gelê me yê welatparêz û raya giştî dikin.

15ê Tîrmeha 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê