ji çapemenî û raya gîştî re!
Gerîlayên me HPG û YJA STAR’ê li Bakurê Kurdistanê çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di çalakiyan de li gor yên hatin tespîtkirin 19 leşker û 13 tîmên taybet hatin kuştin 2 panzer jî di nav leşkeran de hatiye îmhakirin.
Di 14’ê Tebaxê de li Geliyê Doskê û Oremar gerîlayên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşîd Serdar û Pêngava 15’ê Tebaxê de çalakiyeke berfireh pêk anî. Gerîlayên me piştî vê çalakiyê li qada çalakiyê lêgerîn kirine. Di van lêgerînan de; Çekek Melez û 5 şarjorên wê, dûrbîneke termal, 100 guleyên BKC, namluyeke BKC û zincîra wê, şarjorên aîdî 2 çekên sûîqestê û hin kelûpelên leşkerî hatiye desteserkirin. Her wiha rêya di navbera Geliyê Doskê û Oremar û rêya di navbera Gevreye Civiyan û Bezelê di kontrola gerîlayên me de ne.
Dîsa 17’ê Tebaxê saet 18.00'an gerîlayên me li hember qereqola Tepê Çete yê li ser xeta herêma Zagrosê bi çekên giran çalakiyek li dar xistine.
Lı Hember Qereqolên Grana Û Rûbarok Bı Çekên Gıran Çalakî
Di 18’ê Tebaxê de saet 04.30 di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşîd Serdar de gerîlayên me li hember qereqolên Grana û Rûbarok ên li ser xeta sînorê Avaşîn bi çekên giran çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolên Grana û Rûbarok qadên li derdora xwe bi obus û hawanan bombe kirine.
Dîsa 18’ê Tebaxê de saet 00.00 gerîlayên me li hember qereqola Bezok a li ser xeta sînorê Avaşîn bi çekên giran çalakiyek li dar xistin . Piştî çalakiyê qereqola Bezok qada Adilbeg bi obus û hawanan bombe kiriye.
Jı Gerîlayen Me Yen Yja Stare Çalakıya Sûîqestê
Di 17’ê Tebaxê de saet 13.30 gerîlayên me yên YJA STAR li hember qereqola Tepê Ortê ya li ser xeta sînor a herêma Zapê çalakiyek sûîqestê pêk anîn. Di vê çalakiyê de bi awayekî zelal leşkerek hatiye kuştin. Çalakî ji bo bîranîna hevala Şehîd Ekîn Van pêk hatiye. Piştî çalakiyê qereqolên Tepê Ortê, Sere Sevê û Erîş; qadên Tepê Kewa, Merva, Çarçira, Yekserê, Çiyayê Reş û Girê Cehennem bi obus, hawan û tankan bombe kirine.
Di 17’ê Tebaxê de li hember stasyona baz a Vodafon a li Gundikê Celal ê girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de stasyona bazê bi temamî hatiye îmhakirin.
Lı Şırnexê 4 Tîmên Taybet Hatıye Hatın Kuştın
Di 16’ê Tebaxê de saet 03.45'an dema 8 wesayîtên zirxî yên artêşa TC diketin Taxa Turgut Ozal a girêdayî navenda Şirnexê, gerîlayên me li hember wesayîteke zirxî ya kobra çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di panzera hate teqandin bi awayekî zelal 4 tîmên taybet hatin kuştin û 2 polîs birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC cenaze û enqaza wesayîta zirxî ku rakir, piştî nîv saetê malên li vê herêmê daye ber guleyan.
Lı Gabarê 5 Leşker Hatın Kuştın
Di 17’ê Tebaxê de saet 15.15’an gerîlayên me li hember navenda TRT a li Gabarê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya bi awayê sûîqestê de bi awayekî zelal 5 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopteran rakir, qada çalakiyê bi helîkopterên Kobra, tank û obusan bombe kiriye.
Di 17’ê Tebaxê de saet 15.00'an gerîlayên me dîrekê xeta elektrîkê ya diçe qereqola Asînra teqandin, di encama çalakiyê de elekrîka qereqolê hatiye qutkirin. 18’ê Tebaxê saet 04.00’an artêşa TC bi skorsky û wesayîtên zirxî li hember derdora qereqolê operasyonek pêk aniye û lêgerîn kiriye. Ev heta saet 20.00’an dewam kiriye. Her wiha qereqolên Ercî, Meşane, Mevzîne û Çola Esmer derdora xwe bi hawan û çekên A-4 bombe û gulebaran kirine.
Ji sibeha 16’ê Tebaxê heta êvara 17’ê Tebaxê guzergeha di navbera rêyên Bêşebab û Şirnexê de ji aliyê gerîlayên me yên YJA STAR ve hatine girtin û kontrola nasnameyan hatiye kirin. Têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê propaganda hatiye kirin. Erzaqê di nav wesayîtan de yên ji qereqolê re dihatin şandin hatine valakirin û li gel hatine belavkirin.
Di 17’ê Tebaxê de bi roj li ser rêya di navbera Berwariya Sêrtê û Şax a Wanê 4 xebatkarên TEDAŞ’ê yên zext li gel dikirin li ser giliyê gel ji aliyê gerîlayen me ve hatine binçavkirin. Li ser van xebatkaran çekeke pompeyî û rexta wê, 4 telefon, makîneyeke wêneyan hatine desteserkirin û ew kes hatine berdan.
3 roj in guzergeha di navbera Şax û Berwarî de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin. Asayîş hatiye avakirin wesayît hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û der barê pêvajoyê de propaganda hatiye kirin.
Komek cerdevan jî di çarçoveya ku çekên xwe deynin hatine hişyarkirin. Di 17’ê Tebaxê de wesayîteke ku ajokarê wê cerdevan bû û erzaq dibir qereqolê hatiye rawestandin û erzaq hatiye desteserkirin. Cerdevanê li pêşberî gel rexnedayîna xwe daye hatiye berdan.
Dı Çalakıya Lı Hênê De 6 Leşker Hatın Kuştın
Roja 17’ê Tebaxê de di saet 09:55’an de gerîlayên me li hemberî qereqola Hêza Sor a girêdayî navçeya Hênê ya Amedê çalakiyek li dar xistine. Di çalakiya ku ji 2 milan ve nîzamiye, konteynir û çeper hatine hedefgirtin, her wiha komeke leşker jî bi çekên ferdî û giran hedef hatiye girtin. Di çalakiya ku 25 deqeyan dom kir de bi awayekî zelal 6 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Roja 18’ê Tebaxê de di saet 05:00’an de komeke gerîlayên me yên ku diçûn wezîfeyek li ser rêgeheke rêya di navbera Elezîz û Miyaran de ji aliyê cerdevanan ve kemîn hatiye avêtin û pevçûn derdikeve. Piştî pevçûnê hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin lê agahiya mirî û birîndarên cerdevanan çêbûne heye.
Lı Xîzanê Jı Bo Bîranîna Şehîd Ekîn Wan Çalakî
Ji bo bîranîna Şehîd Ekîn Wan roja 17’ê Tebaxê de di saet 18:30’an de gerîlayên me li hemberî Qereqola Jendermeyan a Navçeyê ya girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê çalakiyek li dar xistine. Çalakî bi awayê çalakiya sûîqestê di dema ku komeke leşker bi awayê komî di baxçe de bûn destpê kiriye. Bi kuştina leşkerekê re leşkerên li baxçe bi çekên B-7, BKC û ferdî hatine xistin, çeperên ku hatine hedefgirtin û xistin hatine îmhakirin. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolê bi çekên A-4 û tankan derdora xwe bombebaran kiriye, ji heman saetê heya sibehê bi awayekî zêde keşif hatiye kirin. Ji saet 06:00’an û pê ve jî helîkopterên Kobra derdor û herêma çalakiyê xistine.
Ji roja 16’ê Tebaxê û pê ve rêyên Bedlîs – Xîzan û Tetwan – Xîzanê di bin kontrola gerîlayên me de ye.
Roja 14’ê Tebaxê di saet 01:30’an de ji aliyê gerîlayên me ve li hemberî Midûriyeta Polîsan a Hesenqele ya girêdayî Erziromê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku bi çekên B-7’ê hat kirin de avahiya Midûriyetê awayek bi bandor hatiye xistin. Hejmara mirî û birîndarên di hundirê Midûriyeta Polîsan de nehatiye zelalkirin.”
Lı Gımgımê 5 Tîmên Taybet Hatın Kuştın, 2 Panzerên Ku Dı Hundırê Wan De 14 Leşker Jî Hatıne Rûxandın
Sewqiyeta leşkeriya artêşa Tirk roja 16’ê Tebaxê li navçeya Gimgim a Mûşê her ku çûye zêde bûye.
Bi zêdebûna operasyonên li qûntarên derdor re ji aliyê gerîlayên me ve li hemberî komeke tîmên taybet çalakiyek hatiye li dar xistin û di van xistinan de bi awayekî zelal 5 tîmên taybet hatine kuştin. 2 panzerên ku xwestine berê xwe bidin herêma gerîlayên me lê bi çekên giran hatine xistin û hatine îmhakirin. Di hundirê van her 2 panzeran de 14 leşker hebûn. Dîsa gerîlayan li panzerek din a hatiye mudaxaleyê jî xistine, di encam de panzerê derb xwariye û qulibiye. Agahiyek der barê mirî û birîndarên di hundirê vê panzera qulibî de nehatiye bidestxistin.
2 Gerîlayanme Jıyana Xwe Jı Dest Dane
Hevalên me Demhat Mardîn û Xebatkar Amed ên ku di dema çalakiyên hatine kirin de berxwedanek qehremanî nîşan dane û di çalakiyan de rolek mezîn lîstine şehîd ketine.
Lı Erdîşê Stasyona Bazê Hat Îmhakırın
Roja 17’ê Tebaxê de di saet 01:00’an de gerîlayen me çalakiyek li hemberî stasyona bazê ya Turkcelê ya di navbera Geliyê Zîlan û gundê Yekmalê yên girêdayî navçeya Erdîş a Wanê li dar xistine û stasyon bi temamî hatiye îmhakirin.
Roja 17’ê Tebaxê de saet 11:00’an ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hemwext li hemberî Fermandariya Jendermeyan a li navçeya Bêgirî ya Wanê hatiye lidarxistin. Avahiya Jendermeyan a Kol 1. û kulûbeya nobetê bi çekên ferdî û bombeyan bi awayek bi bandor hedef hatine girtin. Li vê Midûriyetê 30, leşker hene. 2 leşker bi lêdanên di mesafeyek nêz de hatin kuştin. Di çalakiya ku 2 leşkerên din jî birîndar bûn hejmara mirî û birîndaran hîn zêdetir e. Ev çalakî ji aliyê Tîma Şehîd Destan ve ji bo bîranîna heval Destan hatiye kirin.
Lı Qaxızmanê 3 Leşker Hatın Kuştın
Roja 16’ê Tebaxê de li nêzîkî gundê Karakale yê di navbera navçeyên Dugor û Qaxizman ên Qersê de dema saet 04:00’an di navbera komeke gerîlayên me yên diçûn wezîfeyê û leşkerên artêşa Tirk de pevçûn derdikeve. Di vê pevçûnê de berbazek birîndar dibe û 3 leşker jî hatine kuştin.
3 Gerîlayen Me Jıyana Xwe Jı Dest Da
Di pevçûnê de 3 gerîlayen me bi qehremanî li ber xwe da û şehîd ketin. Agahiyên berfireh ên der barê hevalên me yên şehîd de wê piştre bêne aşkerakirin.
Roja 17’ê Tebaxê de saet 08:00’an rêya di navbera Golan a girêdayî Erdexanê û Çankaya ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin. Li vir nêzî 40 wesayît hatine sekinandin û der barê pêvajoyê de propaganda hatiye kirin û kontrola nasnameyan hatiye kirin. Ev rê heya saet 14:30’an di konrola gerîlayên me de maye. Saet 15:30 tîmên taybet bi du wesayîtan ji bo mudaxaleyê hatine cihê bûyerê. Ji du wesayîtên ku ji aliyê gerîlayên me ve hatine hedefgirtin yek reviya û di hundirê wesayîta din de jî 4 polîsên tîmên taybet hatine kuştin. Di van saetên ku çalakî hat kirin panzer jî hatine herêmê. Saet 19:30 bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirine. Di dema vê çalakiyê de otobuseke ESEDAŞ’ê hatiye şewitandin.
Roja 14’ê Tîrmehê di saet 21:00’an de gerîlayên me çalakiya sûîqestê li hemberî karakola Korxan a girêdayî Îdirê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê derdora qereqolê bi awayekî rasterast hatiye gulebarankirin. Bi şev bi alîkariya 2 Kobra û 1 Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirine.
Roja 16’ê Tebaxê saet 21:00 gerîlayên me rêya di navbera Agirî û Qaxizmanê de girtine, kontrola nasnameyan kirine û gel der barê pêvajoyê de gel agahdar kirine.”
Tevgera Hewayî Û Bomberdûman Dewam Dıkın
Tevgera hewayî û bomberdûmanên artêşa Tirk didomin .
Roja 17’ê Tebaxê de saet di navbera 07:30 – 08:30’an de pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk li ser herêma Garê ya girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê, saet di navbera 19:00 – 22:00’an de geriyane.
Roja 18’ê Tebaxê de di saet 06:00’an de qereqola Grana ya li ser xeta sînor a herêma Avaşîn; herêma Mergê, roja 17’ê Tebaxêde saet di navbera 08:30 – 09:30’an de qereqola Oremarê; herêmên Şehîd Gafûr û Satê, roja 17’ê Tebaxê saet di navbera 20:00 û roja 18’ê Tebaxê saet 04:00’an de qereqolên Arûş û Serbesta yên li ser xeta sînor a herêma Metîna; herêmên Tepê Azad û Tepê Kuroşîno bi obus, tank û hewanan bombebaran kirine.
Roja 13’ê Tebaxê artêşa dagirker a Tirk bi obus û hewanan bomberdûmanek li hemberî herêma Derava Talê ya girêdayî Colemêrgê pêk anîne. Di vê bomberdûmanê de hevrêyê me Devrîm Bîşeng (Engîn Gok) şehîd bûye.”
Nasnameyên gerîlayên me di pevçûn û bomberdûmanê de jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Devrîm Bîşeng
Nav û Paşnav: Engîn Gok
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Meryem - Yûsûf
Cih û Dîroka Şehadetê: 13’ê Tebaxê 2015 / Colemêrg
Nasnav: Xebatkar Amed
Nav û Paşnav: Ahmet Aydin
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Laîka - Tahsîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Tebaxê 2015 / Mûş
Nasnav: Demhat Kerboran
Nav û Paşnav: Hasan Dogan
Cihê Jidayikbûnê: Zongûldak
Navê Dayik û Bav: Azîze - Mahmût
Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Tebaxê 2015 / Mûş
18 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG