HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya gîştî re!

Gerîlayên me ê li Bakurê Kurdistanê li gelek navendan çalakiyên bi bandor li dar xistin. Piştî ku gerîlayên me rêya Şemzînan-Şapatanê xistin bin kontrola xwe, çalakiyek bi bandor li hemberî leşkerên xwestin ku bikevin herêmê li dar xistin.

Gerîlayên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşîd Serdar de, roja 17’ê Tebaxê de saet 13:30’î çalakiyek li hemberî Midûriyeta Polîsan a li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dar xistin. Hejmara mirî û birîndarên ve çalakiyê nehatiye zelalkirin; piştî çalakiyê artêşa Tirk xwestiye ku bi wesayîtên zirxî mudaxale bike, lê gerîlayên me bi çekên giran û ferdî li wesayîtên zirxî xistine û wesayît paşde zivirîn.

Di  18’ê Tebaxê de di saet 05:00’an de artêşa Tirk xwestiye ku bi gelek wesayîtên zirxî operasyonekê li hemberî gerîlayên me yên rêya Şapatan – Şemzînan xistine bin kontrola xwe bide destpêkirin. Li ser vê yekê gerîlayên me artêşa Tirk a xwestiye bikeve herêmê bi çekên giran û ferdî xistine  û pevçûn derketine. Di pevçûnê de bi awayekî zelal 9 leşker hatine kuştin. Di heman demê de artêşa Tirk herêma Şapatanê bi obus, hewan û tankan bombebaran kiriye û nêzî 10 malên welatiyên sivîl ên li wê herêmê zerar dîtine û 4 mirovên sivîl jî birîndar bûne. Di dema vê pevçûnê de hevalê me yê bi navê Azad (Baz) Yîgît gihiştiye şehadetê.

Nasnameya hevalê me yê şehîd ketê wiha ye:

baz azad_small

 

 

 

Nasnav: Baz Feraşîn
Nav û Paşnav: Azad Yîgît
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Fatma – Kadîr
Cih û Dîroka Şehadetê: 18’ê Tebaxê 2015 / Colemêrg

 

 

Roja 17’ê Tebaxê saet 01:00’ê dema ku artêşa Tirk xwestiye bi 10 wesayîtên zirxî û 1 kepçeya zirxî bikeve Taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê bi bersivdayîna ciwanan re pevçûn derketiye. Saet 03:30’î gerîlayên me bi armanca mudaxaleyê 3 wesayîtên zirxî bi çekên roketavêj û ferdî hedef girtine. Hejmara mirî û birîndarên artêşa Tirk ên vê çalakiyê nehatine zelalkirin, hêza hatibû operasyonê vekişiyane.

Roja 15’ê Tebaxê di saet 20:00’an de ji aliyê gerîlayên me ve li navenda Wanê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku ji aliyê Tîma Şehîd Mehmet Goyî ve hat lidarxistin, 3 polîsên li pêşiya wesayîteke li Taxa Yenî ya li navenda Wanê hatiye hedefgirtin. Di çalakiya ku bi çekên ferdî hat kirin de 2 polîs bi giranî birîndar dibin. Artêşa Tirk heya sibê derdora taxê rasterast gulebaran kiriye.

Roja 18’ê Tebaxê saet di navbera 18:00 û 19:30’an de rêya li ser rêgeha Depê û Kewê de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin, kontrola nasnameyan a gelê di 100 wesayîtan de hatiye kirin û ji gel re der barê pêvajoyê de agahî hatiye kirin.

Roja 19’ê Tebaxê di saet 05:00’an de artêşa Tirk xwestiye bi 8 wesayîtên zirxî bikeve Şehîdgeha bi navê Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl a li navçeya Gimgim a Mûşê. Artêşa Tirk piştî ku derdora Şehîdgehê ji aliyê helîkopterên Kobra ve tê gulebarankirin, dixwazin bi awayê konvoy bikevin Şehîdgehê, lê konvoya leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên ferdî û giran ve bi awayekî bi bandor hedef hatiye girtin. Welatî ku ber bi Şehîdgehê ve diherikin, xwedî li şehîdgehê  derdikevin û bi armanca bibin mertalên zindî tên herêmê artêşa Tirk neçar dimîne bê encam vekişe.

Roja 18’ê Tebaxê di saet 19:00’an de gerîlayên me rêyekî li ser rêgeha di navbera Bedlîs û Xîzanê de xistine bin kontrola xwe, kontrola nasnameyan kirine û xebatên propagandayê ji gel re kirine. Çalakî di saet 20:30’an de hatiye bidawîkirin.

Roja 17’ê Tebaxê gerîlayên me çalakiyek li hemberî qereqola Teteroz a girêdayî gundê Zorava yê girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê li dar xistine. Agahiyekî zelal a der barê mirî û birîndarên leşkerên Tirk de nehatiye bidestxistin.

Roja 18’ê Tebaxê di saet 09:00’an de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek sabotajê li hemberî îstasyonên bazê yên Turkcell û Avea yên li gundê Xarikê yên girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê hatiye lidarxistin, di çalakiyê de îstasyonên bazê bi temamî hatine rûxandin.

Rêya di navbera Dêrsim – Pulûrê de ji roja 18’ê Tebaxê ve di bin kontrola gerîlayên me de ye. Ji roja 18’ê Tebaxê saet 19:00’an heya roja 19’ê Tebaxê saet 06:00’an gerîlayên me rê di kontrola xwe de girtine û kontrola nasnameyan hatiye kirin. Ji roja 18’ê Tebaxê ve rêya di navbera Dêrsim – Erzinganê di bin kontrola gerîlayên me de ye. Ji roja 18’ê Tebaxê saet 19:30’an heya roja 19’ê Tebaxê saet 06:00’an kontrola rê dewam kiriye, piştî kontrola nasnameyan hat kirin çalakiya kontrola rê di saet 06:00’an de hatiye bidawîkirin.

Me beriya niha diyar kiribû ku roja 16’ê Tebaxê de li gundê Karakale yê di navbera navçeyên Dîgor û Qaxizman ên Qersê de di navbera gerîlayên me û artêşa Tirk de pevçûn derketiye û me encamên wê aşkera kiribû. Em îro agahiyên nasnameyên hevalên xwe yên şehîd ên tevlî karwanên şehîdên azadiyê bûne aşkera dikin.

Nasnameyên hevalênme ên şehîd ketine wiha ye:

maskeli foto 1

 

 

 

Nasnav: Erdal (Çavreş) Agirî
Nav û Paşnav: Harûn Yildirim
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik û Bav: Sûna - Yuksel
Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Tebaxê 2015 / Qers

 

 

 

maskeli foto 1

 

 

 

 

Nasnav: Hejar Sarikamiş
Nav û Paşnav: Mûstafa Aydin
Cihê Ji Dayikbûnê : Qers
Navê Dayik û Bav: ….. - ……..
Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Tebaxê 2015 / Qers

 

 

maskeli foto 1

 

 

 

Nasnav: Helê Merîwan
Nav û Paşnav: Raim Hacîzade
Cihê Jidayikbûnê: Merîwan
Navê Dayik û Bav: Ferîde - Sedîq
Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Tebaxê 2015 / Qers



19 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG