Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;
– 13'ê Tîrmehê saet di 07:30'î de li dijî dagirkerên li Girê Azad ji du baskan ve çalakiyek hate lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê ji nêz ve li 2 kozikên dagirkeran xist. Li vir 3 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik hatin îmhakirin. Baskê duyemîn jî li 2 kamerayên mobesse yên li ser gir xist û îmha kir.
Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê ji bo bîranîna 'Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê' li dar xistin, bi giştî 3 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û 2 kamerayên mobesse hatin îmhakirin.
– 13'ê Tîrmehê saet di navbera 22:00-00:30'î de helîkopter li ser qada Qaşûra ya li herêma Metînayê geriyan. Bi helîkopterên êrişê derdora gundên Êdinê, Kêste û Hirorê yên nehiya Kanîmasî ya navçeya Amediyê hate bombekirin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;
– Hêzên me yên YJA Starê 1'ê Hezîranê saet di 13:00'î de li qada Tabûra Ereban li dijî dagirkeran çalakiyeke xurt kirin. Di vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin.
– 13'ê Tîrmehê saet di 22:00 de artêşa Tirk a dagirker bi teqemenî û gazên bi jehr êriş bir ser tunelên şer ên li qada Werxelê.
– 14'ê Tîrmehê saet di 09:30'î de artêşa Tirk a dagirker ku nekarî li hemberî hêzên me li Werxelê encamê werbigire, kamera bi kûçikekî ve kir û hewl da bişîne nava tunelên şer. Ev kûçik hate bêbandorkirin.
3. 13'ê Tîrmehê saet di 18:40'î de qada Goşînê ya herêma Xakurkê hate bombekirin.
Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye.
14’ê Tîrmeha 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê