Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Dewleta Tirk a mêtinger ku hewl dide li her qadê gelê Kurdistanê mexdûr bike û teslîm werbigire, zextê li xelkê me dike yê ku bi koçeriyê debara xwe dike.
Bi rêya qedexeyan, xelkê mexdûr dike. Bi taybetî vê dema dawî li qada Geliyê Masîro ya ser bi navçeya Şaxê ya Wanê bi gefan zextê li gundiyan dike ku gundan û zozanan biterikînin. Em bang li gelê xwe û raya giştî dikin ku li hemberî van zextan helwestê nîşan bidin.
2. 12'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-23:30'î de helîkopter li qada Girê Sor a herêma Avaşînê geriyan. Di encama destwerdana hêzên me de helîkopterên Skorsky û yên êrişê neçar man xwe vekişînin.
3. 12'ê Tîrmehê saet di navbera 00:00-01:00 de helîkopter li qada Qaşûra ya herêma Metînayê geriya. Qada Koordîne, derdora gundên Êdinê û Seraru bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
– 12'ê Tîrmehê saet di 18:30'î de Girê Şehîd Hawar û derdora Çemê Lolanê yê qada Goşînê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 12'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-00:30'î de li herêma Avaşînê helîkopter li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Banista, Mamreşo, Girê Silêman, Girê Spî û Girê Şehîd Întîkam geriyan.
– 12'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-00:00 de li herêma Zapê helîkopter li ser qada Cîlo yê Biçûk geriyan û artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe yên li ser Girê Şehîd Serxwebûn guhert.
– 12'ê Tîrmehê saet di 00:20'î de qada Kurojehro ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.
Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye.
13’ê Tîrmeha 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê