HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 21'ê Tebaxê li dijî artêşa TC a dagirker hin çalakî pêk anîn. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

 Li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, saet 07:50'î çalakiyek hate lidarxistin. Ji du baskan ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û di encamê de stargehek û çepereke dijmin hate rûxandin. Di çalakiyê de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me saet 19:50'î careke din li leşkerên dijmin ên li ser girê Elîşêr xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Saet 16:30'î hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin a li ser girê Meclîsê yê li herêma Çarçellayê ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û 3 çeperên dijmin hatin rûxandin. 7 leşkerên dijmin di çalakiyê de hatin kuştin. Hêzên dagriker termên leşkerên xwe û yên birîndar piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakirin.

2. Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê, hêzên me 21'ê Tebaxê saet 03:20'an li wesayiteke zirxî ya panzerê xistin ku li derdora bajarokê Dilucu yê Îdirê li dewriyê digeriya. Ji cihekî nêz ve derb li wesayita zirxî hate xistin û di encamê de wesayita zirxî şewitî û bi temamî îmha bû. 5 leşkerên di panzerê de hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi wesayitên zirxî termên leşkerên xwe ji herêmê rakirin.

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de heman rojê saet 10:30'î li dijî leşkerên li ser girê li ber qereqola Gurbûlakê ya navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek pêk anîn. Ji sê baskan ve derbên giran li leşkerên dijmin ên li ser gir hatin reşandin û 5 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Hêzên dagirker piştî çalakiyê top û obus avêtin herêmê.

3. Roja 20'ê Tebaxê, artêşa TC a dagirker li qada Pîro ya herêma Bestayê ya Şirnexê dest bi operasyonê kirin. Hêzên dagirker heman rojê saet 12'an bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barandin. Ji ber bomberdûmanê 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya şehîdan dema ku zelal bûn wê bi raya giştî re bên parvekirin.

 

22’ê Tebaxê 2018

Navênda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG’ê