HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me sibeha 22'ê Tebaxê saet 04:30'î li dijî artêşa Tirk a li geliyê Deştanê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîne.

Ji 2 baskan ve li yekîneya artêşa Tirk hate xistin û herî kêm leşkerek hatiye kuştin.

Di çarçoveya pêngava şoreşgerî de heman rojê saet 07:50'î li navçeya Geverê ya Colemêrgê li yekîneyeke artêşa Tirk a li ser girê Elîşêr hate xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

 

23’ê Tebanxê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG’ê