HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de de Çalakiyên hêzên me;

 Saet 09:00 hêzên me yên YJA Starê li dijî hêzên dagirker ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê hin çalakiyên sûîqestê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me saet 18:30'î li geliyê Elî Dirêj ê li nêzî girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê çalakiyeke sabotajê kirin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Hêzên me saet 09:30'î, li artêşa TC a dagirker a li ser girê Evdilkofî yê li herêma Bradostê xistin. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin hate kuştin. Hêzên me danê nîvro jî li leşkerên dijmin ên li ser girê Evdilkofî xistin. Hejmara leşkerên dijmin ên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyan bi balafirên şer bombe li derdora girê Evdilkofî barand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyên sûîqestê hatine kirin û hate gotin, "Saet 12:30'î, hêzên me li mintiqeya Deştanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê 2 çalakiyên sûîqestê li dijî leşkerên dijmi kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de hêzên me 22'ê Gulanê saet 7'an li dijî qereqola Amûtka ya li navçeya Xozad a Dersimê çalakî kirin. Derbên giran li stargeh û çeperên dijmin ên li qereqolê hatin xistin û bi qasî hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

3. Hêzên me roja 3'ê Gulanê li dijî yekîneyeke leşkerên ji qereqola Derîk a li navçeya Miyaran a Xarpêtê derket, çalakiyek kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Roja 20'ê Gulanê, li cihekî navbera gundên Sisê û Dêman ên navçeya Şemzînan a Colemêrgê di navbera komek ji hevalên me û hêzên TC ên dagirker de şer qewimî.

Di vî şerî de 2 çawişên pispor hatine kuştin û 2 hevalên me yên bi lehengî li dijî hêzên dijmin şer kirin, gihîştin şehadetê. Hevalê me Firat (Ramazan Yikar) jî bi birîndarî dîl kete destê dijmin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Bawer Ebege

Nav paşnav: Osman Salazer

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Hanîfe-Mehmet Nûrî

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Gulana 2018 / Colemêrg

Bawer – Osman Salazer

Nasnav: Bawer Ebege

Nav paşnav: Osman Salazer

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Hanîfe-Mehmet Nûrî

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Gulana 2018 / Colemêrg

 

Çiya – Bilal Keskin

Di dewama daxuyaniyê de li ser jiyan û têkoşîna her du şehîdan wiha hate gotin: "Hevalê me Bawer Ebeg li navçeya Ebex a Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Gelek mirovên ji derdora wî tevlî nava refên têkşînê bû. Hevalê me Bawer jî di emrekî ciwan de tevlî nava refên têkoşînê bû û li her cihê lê ma bi fedakarî tevlî kar bû. Di demeke kin de bû şervanekî şareza û bi awayekî çalak beşdarî şerê li dijî faşîzma TC bû ku qirkirinê li ser gelê me ferz dike. Hevalê me Bawer ku heta kêliya dawî ji bo azadiya gelê Kurd şer kir, bû yek ji wan hevrêyên me ku nîşan da divê li dijî faşîzma TC helwesteke çawa bê nîşandan.

Hevalê me Çiya Çiyager li Colemêrgê li nava civateke welatparêz ji dayik bû û bi nirxên Kurdistanî mezin bû. Tevî polîtîkayên asîmîlasyon û zextê yên dijmin, dema zanîngeh dixwend tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo paşerojeke azad, bi fedakarî tevlî nava refên gerîla û têkoşînê bû. Hevalê me Çiya li her cihên lê ma, bi kedkariya xwe timî bal dikişand ser xwe. Di nava şerê sê salên dawî de ji aliyê gerîlatî ve şareza bû û heta kêliya dawî li dijî dijmin şer kir.

Azadiya Kurdistanê bi Rêber Apo re xewn û xeyala şehîdên me ye. Em careke din soz didin ku heta vê armancê pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.

 

23’ê Gulanê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê