Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Adara 2018'an, li geliyê Harçîk ê navçeya Pîlemûrî ya Dersimê, artêşa TC a dagirker bi desteka balafirên bê mirov dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kir. di operasyonê de balafir û helîkopterên şer jî hatin bikaranîn.
Ji ber operasyonê di navbera hêzên dijmin û hêzên me de du rojan şerekî giran qewimî. Di vî şerî de derbên giran li dijmin hatin xistin. 7 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.
Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:
Nasnav: Aso Amed Nav paşnav: Mahmût Çelîk Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Sevda-Bahattîn Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018 / Dersim
|
Aso – Mahmut Çelik
Nasnav: Halîl Colemêrg Nav paşnav: Mecît Eygîn Cihê jidayikbûnê. Colemêrg Dayik-Bav: Nezahat-Mehmet Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018 / Dersim
|
Halil – Mecit Eygin
Nasnav: Harûn Dersim Nav paşnav: Ferîdûn Nebîzade Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye Dayik-Bav: Gulî-Rustem Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018 / Dersim
|
Harun – Feridun Nebizade
Nasnav: Mahîr Mûnzûr Nav paşnav: Cîhan Kit Cihê jidayikbûnê. Dersim Dayik-Bav: Ferîşta-Dedalî Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018 / Dersim
|
Mahir – Cihan Kıt
Nasnav: Rûbar Çewlik Nav paşnav: Selman Bakî Cihê jidayikbûnê: Çewlig Dayik-Bav: Ayten-Îhsan Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018 / Dersim
|
Rubar – Selman Baki
Nasnav: Şervan Gimgim Nav paşnav: Kadîr Tosûn Cihê jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Hûriye-Selahattîn Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018 / Dersim
|
Şervan – Kadir Tosun
Nasnav: Welat Zîlan Nav paşnav: Sedat Bîngol Cihê jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Bezar-Bahattîn Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018 / Dersim
|
Welat – Sedat Bingöl
Hevalê me Mahîr Mûnzûr li Dersimê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji kevneşopiyeke ku serî li ber polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên dijmin natewîne tê. Ji malbata hevalê me Mahîr gelek kes tevlî nava refên têkoşîna azaiyê ya Kurd bûn û şehîd bûn. Hevalê me Mahîr jî li ser bingeha nirxên welatparêziyê xwe perwerde kir, di emrekî ciwan de tevlî nava refên gerîla bû û li dijî dijmin dest bi têkoşîneke çalak kir. Li nava gerîla jî li Dersim û gelek cihên Herêmên Parastinê yên Medyayê ma. Li her cihê ku lê ma, bi ked û fedakariyeke mezin tevlî bû. Kevneşopiya Dersimê ku ji bo gelê Kurd keleha berxwedanê ye, her tim di dilê xwe de parast û li dijî hemû êrîşên dijmin bi xurtî li ber xwe da. Weke nûnerekî kesayetiya Dersimê ku serî li ber dijmin natewîne, heta kêliya dawî şer kir û bi lehengî şehîd bû.
Hevalê me Harûn Dersim li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Polîtîkayên zordar ên rejîma Îranê ji nêz ve dît û tevî vê yekê jî nirxên xwe yên cewherî parast. Hevalê me Harûn di emrekî ciwan de tevlî nava refên gerîla bû. Aliyê neteweyî yê PKK'ê ku nirxê têkoşîna hevpar a çar parçeyên Kurdistanê ye pejirand û li ser vê bingehê ji dil û bi xurtî tevlî nava têkoşînê bû. Hevalê me Harûn çû Dersimê û ji bo nirxên neteweyî yên Kurd têkoşiya. Bê teredût li her cihî tevlî nava têkoşîna li dijî faşîzma TC a dagirker bû û bi berpirsyariyeke mezin nêzî hemû wezîfeyan bû. Bi kedeke xurt hemû wezîfeyên jê re hatin dayin bi ser xist. Şarezabûna xwe ya gerîlatiyê bi gerîlatiay Bakur re gihand asteke bilindtir û veguherî fermandarekî serketî. Heta kêliya ku bi lehengî şehîd bû, bê sekin xebitî û bû hevrêyekî me yê leheng ku ji Rojhilat berê xwe da çiyayên Dersimê.
Hevalê me Welat Zîlan li Mûşê ji dayik bû û hê di emrekî ciwan de têkoşîna me nas kir. Hevalê me Welat timî li herêma Bakur gerîlatî kir û herî dawî li Dersimê bi erk û wezîfeya xwe rabû. Bû şervanekî şareza û heta fîşeka xwe ya dawî li dijî êrîşên dijmin bi rengekî bê eman li ber xwe da. Bû yek ji hevrêyên me yên leheng.
Hevalê me Halîl Colemêrg, li Colemêrgê ji dayik bû û li nava nirxên welatparêziyê mezin bû. Zext û zordariya dewleta TC a li gelê Kurd bi xwe dît û ji bo xwedî li nirxên xwe derkeve tevlî nava refên gerîla bû. Li dijî her şêwe êrîşên dijmin, bi lehengî li ber xwe da, heta kêliya dawî bi fedakariyeke mezin tevgeriya û bi lehengî şehîd bû.
Hevalê me Rûbar Çewlik li Solaxana Çewlikê ji dayîk bûye û di derdoreke welatparêz de mezin bûye. Li hemberî êrîşên faşîzma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd tevlî nav refên gerîla bûye. Hevalê me Rûbar ê ku bi helwesta xwe ya ciwan û dînamîk ji her dem bal kişandiye ser xwe, heta ku şehîd bûye jî heyecana xwe parastiye.
Hevalê me Şervan Gimgim li Mûşê ji dayîk bûye. Wekî gelek ciwanên Kurd ji bo azadiya gelê Kurd dest bi têkoşînê kiriye û li ser vî esasî tevlî nav refên gerîlayan bûye. Gerîlabûn ji bo wî bûye qada bingehîn a ku azadî lê tê jiyîn. Ji bo ku van hestên xwe bigihîne gelê me û ji bo azadiya gel heta nefesa xwe ya dawîn bûye xwediyê kedeke hêja.
Hevalê me Aso Amed li Amedê ji dayîk bûye. Li hemberî dijmin ê ku nahêle Kurd bi nirxên xwe bijî, wî jî berê xwe daye refên têkoşînê yê azadiyê. Hevalê me Aso di temenekî biçûk de tevlî nav refên gerîlayan bûye û ji bo pêkanîna azadiya gelê Kurd tevlî têkoşînê bûye. Heta kêlîkên dawîn ên jiyana xwe hestên xwe yên welatparêz di asteke bilin de jiyaye. Hevalê me Asodi nav kevneşopiya berxwedana azadiyê ya Kurdistanê de bûye rêhevalekî me yê qehreman.
Ji ber şehîdbûna hevalên me yên ku bi qehremanî şer kirine, di serî de yê malbatên me yên şehîdan, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz dixwazin û em soza xwe dubare dikin heta ku em gelê Kurd azad bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.
22’ê Gulanê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê