HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî li dar xistin. Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;

Roja 25’ê Tîrmehê saet 13:00’an hêzên me yên YJA-Strarê li dijî wesayîta leşkerî ya ku ji qereqola Bezelê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê ber bi qereqola Gemanê ve diçû bi tektîka sabotajê çalakî li dar xist. Di vê çalakiyê de wesayît hate rûxandin yek jê payebilind bi giştî 4 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Roja 26’ê Tîrmehê saet 17:20’an hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Sarya ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn çalakiyek li dar xist. Bi serketî li yekîneya dijmin a li gir hate xistin, leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Roja 27’ê Tîrmehê (îro) saet 02:30’an hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Botan a herêma Xakurkê çalakiyek li dar xist. Bi serketî li leşkerên dijmin hate xistin û di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Yekîneya me ya çalakî li dar xistî bi silametî gihişte baregeha xwe.

2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ku li Botanê didome de, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzêçalakiyên bi bandor li dar xist. Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;

Roja 24’ê Tîrmehê hêzên me li herêma Berê Pirê yê Besta Meryemê ya herêma Besta a Botanê yekîneyeke veşartî ya artêşa TC’ê ya dagirker xistin bin kontrola xwe. Hêzên me demekê yekîneya dijmin xistin bin kontrola xwe û heman rojê saet 17:00’an bûn hedefa hêzên me. Ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin, qasî hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir.

Roja 27’ê Tîrmehê danê nîvro hêzên me li dijî nuqteya kontrolê ya artêşa TC’ê ya dagirker li nêzî gundê Hedît yê navçeya Silopya ya Şirnexê çalakiyek li dar xist. Bi serketî li konteynir, wesayîta zirxî û leşkerên li nuqteya kontrolê hate xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya tîpa kobra û konteynîr hate rûxandin, qasî hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker rêya Îpekê heta saetên şevê ji trafîkê re girt.

Yekîneyên me yên ku herdu çalakî li dar xistin bi silametî gihiştin baregehên xwe.

3. Roja 22’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çermê ya Çewlikê operasyon da destpêkirin. Di operasyonê de hêzên me bi yekîneyeke dijmin re hate pêşberî hev û şer derket. Di şerê giran ê li vê herêmê de gelek leşker hatin kuştin. 4 hevreyên me yên ku bi lehengî li dijî dagirkeran şer kirin şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.

4. Roja 26’ê Tîrmehê di saetên şevê de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li girê Hakkarî û Kesta ya herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombeberanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.

27'ê Tîrmehê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê