HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Di 12’ê Gulana 2019’an de me daxuyanî dabû ku artêşa Tirk a dagirker di 30’ê Nîsanê de li Qada Qelanîsê ya Sêrtê operasyonek dabû destpêkirin û di 1’ê Gulanê de di bomberdûmanê de 3 gerîla şehîd bûne. Di vê êrîşê de hevala me Hêlîn Jiyan a ku di nav Fermandariya Eyaleta Xerzanê cih digire û rêhevalên me Argeş Malazgîrt û Harûn Simko şehîd bûne.

Agahiyên Derbarê Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne:

Navnav: Hêlîn Jiyan

Nav û Paşnav: Akîde Oztekîn

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayikê - Bav: Nizbet – Abdulhadî

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 1’ê Gulana 2019 / Sêrt

Hêlîn – Akîde Öztekîn

Navnav: Argeş Malazgirt

Nav û Paşnav: Serdar Demir

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayikê - Bav: Perîhan – Seyfettîn

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 1’ê Gulana 2019 / Sêrt

Argeş – Serdar Demir

Navnav: Harûn Simko

Nav û Paşnav: Lokman Nakdî

Cihê Jidayikbûnê: Dîvandere

Navê Dayikê - Bav: Mehzer – Sidik

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 1’ê Gulana 2019 / Sêrt

Harûn – Lokman Nakdî

Rêhevala me Hêlîn Jiyan di sala 1976’a de li Hezoya Êlihê ji dayîk bûye û bûye şahida qirkirina li ser gelê Kurd. Rêheval Hêlîn ev êrîş qebûl nekiriye û di sala 1999’an de tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bûye. Li hemberî komploya li dijî Rêbertîya me tevlî nav refan bûye û bi helwesteke fedaîyane tevgeriyaye. Rêheval Hêlîn li Botan û Herêmên Parastinê yên Medyayê û herî dawîn jî li Eyaleta Xerzanê têkoşiyaye. Di artêşbûna jinan a YJA Starê de îddîa û hewldana wê ev bû ku gerîlatîya profesyonel ava bike. Wê helwest û biryardariya hevala me Hêlîn her dem ji me re bibe rêber.

Rêheval Argeş li Malazgîrta Mûşê ji dayîk bûye û di civakeke Kurdistanî de mezin bûye. Rêheval Argeş di temenekî biçûk de êrîşên li ser gelê Kurd dîtiye û di sala 2016’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Argeş li Eyaleta Xerzanê di nava demeke kurt de bûye gerîlayekî pratîk. Rêheval Argeş bi jîr û zanatîya xwe li qadên ku lê maye, peywirên girîng wergirtiye. Rêheval Argeş heta kêlîka ku şehîd bûye ji bo azadiya gelê Kurd şer kiriye.

Rêheval Harûn di sala 1992’an de li bajarê Dîvandereyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û di temenekî biçûk de polîtîkaya qirkirinê ya pergalê dîtiye. Rêheval Harûn di sala 2012’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Harûn di tevlêbûna xwe ya fedakarî de peywir û berpirsyariyên xwe bi serkeftî pêk aniye.

Malbatên hêja yên rêhevalên me Hêlîn, Argeş û Harûn di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û em soza xwe dubare dikin ku em ê dahatûyeke azad ava bikin.

27'ê Tîrmehê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê