Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 9’ê Sibatê de ber destê seharê li navçeya Colemergê Çelê li dijî gelek baregehên leşkerî yên artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyên hemwext hate lidarxistin. Di encama çalakiyên hîn jî berdewam dike de gelek leşkerên dijmin hate kuştin û hin amûrên leşkerî jî hate desteserkirin. Herweha di van çalakiyan de gelek çek û cepxane jî ji aliyê gerîla yê me ve hate rûxandin. Di derbarê vê çalakiyê de di demeke kurt de em ê agahiyan ji raya giştî re eşkere bikin. Di vê çalakiyê de 4 gerîla yê me jî gihîştine şahadetê.
9 Sibat 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê