HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di encama êrîşên artêşa dagirker a tirk di mehên zivistanî de lidarxitî de hin hevalên me gihîştin şahadetê. Şehîdên nûnerên vîna jiyana azad û parastvanên nîrxên gelê Kurd e, bi vîn û disiplîneke mezin erk û wezîfeyên xwe berdewam dikirin,  hewldanên me yê zelalkirina nasname yên wan û şêweyên şehadetên wan berdewam dike.

Me dabû xuyakirin ku em ê sedem û şêweyê şahadeta û nasnameyên hevalên me her ku zelal bibe em ê ji gelê xwe û raya giştî ya demokratîk re eşkerebikin. Li ser vê bingehê nasnameyên du hevalên me yê di 15’ê Kanûna 2011’an li navçeya Çewlik Kanîreşê gihîştibûn şahadetê zelal bûye. Di van pevçûnan de hevalên me yê bi navê Yilmaz Amed – Murat Çetîner û Sarya Şoreş – Fatma Sayak gihîştine şahadetê.

Yılmaz - Murat Çetiner Nasnav: Yilmaz Amed

Nav û Paşna: Murat Çetîner

Sal û cihê Şahadetê: 1989 / Amed

Nav Dayik û Bav: Kadriye – Hidayet

Sal û Cihê Tevlêbûnê: 2011 / Amed

Dîrok û Cihê Şahadetê: 15 Kanûn 2011 / Xolxol, Çewlik

 

 

Hevala Sarya Şoreş a li navçeya Xolxol a Çewlikê ji dayik bûye ji ber ji wê herêmê û nû tevlêbûye di dest me de agahiyên wê yê berfireh nîne.

Em bawer dikin ku wê gelê me wê şehîdên xwe yê di mehên zivistanî bi ruhê serhildanê pêşwazî bike û di vê meha komploya navnetewî hate lidarxistin asta serhildanan derxînin lûtkeyê. Li ser vê bingehê em destnîşan dikin ku em ê di her şert û mercan de xwedî li bîrnaînê rêhevalê xwe derkevin.

7 Sibat 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê