HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Me agahiya di êrîşa hewayî ya di 1'ê Avrêlê de di navbera saet 04.00-05.00'an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî derdora gundê Zergêlê ya bi ser Qendîlê ve ji aliyê arêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatibû lidarxistin bi raya giştî re par ve kiribû. Di vê êrîşê de du cihên li derdora gundê Zergelê, cihek ku yekîneya gerîla yê me yê YJA-Star lê dima û derdora gundê Kalatûka bi giştî 4 cîh hatiye lêdan. Di encama van êrîşan de li cihê yekîne ya me ya ji hêzên YJA-Star pêk dihat 2 gerîla yê me yê jin sivik birîndar bûne. Li gel vê zevî û erdên gundiyan jî zirar dîtiye.

2 Avrêl 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê