Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ji 2'ê Avrêlê ji saet 05.00'an heta niha (zêdetirê 30 saetî) li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêmên Kanî Cennetê û Ertûş, Cîlo, Girên Hawanê û Şehîd Colemerg, Gundên Hîlalê, Kinyaniş, Mêrganiş, Şifreza, Erbîş, Nêrweh û Petrot ê bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker ê tirk bi hewan û obusan êrîş tê lidarxistin. Êrîş hîn jî berdewam dike.
2. Di 3'ê Avrêlê di navbera saet 05.00-06.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Bênavokê û derdora wê yên bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
3 Avrêl 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê