HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Gelê Kurdistan Re!

Di 26 ê Gulanê de dema gelê me yê Başûrê Kurdistanê li Bamernî ya girêdayî navçeya Amediyê derketibûn seyranê bûn hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker û encam de 2 jê zarok 3 welatiyên me gihîştine şehadetê.

Di destpêkê de em ji malbatên her sê şehîdan û tevahî gelê Kurdistan re sersaxî û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dizwazin. Encamên neyînî yên têkilî û polîtîkayên şaş ên PDK ê ku bi dewleta dagirker ya Tirk re dimeşîne bi komkujiya Bamernê re careke din derkete holê. Ji ber tirsa bertekên gel yên mafdar hin rayedarên PDK ê û çapemeniya wan bi derûniya sucdariyê hewldan vê bûyerê bavêjin ser hêzên me. Lê ji ber ku gelê me ev bûyer bi xwe dîtin û jiyan kirin ev tawan qebûl nekirin. Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ji bo parastina rûmeta gelê me û parastina Başurê Kurdistanê bedelên mezin dide, bi fedekarî têdikoşe û şehîdan dide lê PDK ya ku her carê ji bo rewakirina qetlîamên dagirkeran ên li ser gelê Kurd hewlên mezin dide divê dev ji vê helwesta şaş berdin.

Artêşa Tirk a ku derbeyên gîran ji hêzên gerîla xwar, ji bo pêşî li têkçûna xwe ya dîrokî bigire, dîxwaze bi destên hin derdorên di nava PDK'ê de bi provokasyonên curbecur, zemînê şerê navbera Kurdan ava bike. Berê jî di çapemeniyê de hatibû gotin ku dibe ku hin planên qirêj bikevin meriyetê ku ketina şer a PDK'ê ya li keleka dewleta Tirk rewa bike. Di vê çerçovê de di 24 ê Gulan a 2022 an de hin hêzên girêdayî PDK ê ji bo şer çêbe û zemînê provakasyonê avabibe çûn ser baregehek hêzên me ya li Goşînê ya girêdayî navçeya Sîdekan. Lê di encama nêzîkatiya bihişmendî ya yekîneya me ya gerîla de ev provokasyon vala derket. Dîsa di 25’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker êrîşa hewayî û bejahî ya li ser Girê Hakkarî ya girêdayî Metîna ji herêmên di bin serweriya PDK’ê re derbas bûn û pêk anîn. Dî 26 ê Gulanê dagirkerên ku li ser Girê Şehîd Agir a girêdayî Girê Ortê bicîhbûne bûn hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de 2 leşkerê dagirker yê Tirk hatin cezakirin. Agahiyên ku hêzên me yên gerîla êrîşî hêzên PDK ê kirine rast nîn in.

Her ku artêşa Tirk dikeve tengasiyê û li ber têkçûnê ye, ketina tevgerê ya hêzên PDK'ê yên bi vî rengî û belavkirina nûçeyên derew yên çapemeniya PDK'ê tê çi wateyê, diyar e. Şerekî ku di navbera Kurdan derkeve wê ji bilî dewleta Tirk a dagirker û mêtînker feydeya xwe ji tu kesî re nebe. Eşkere ye ku karesateke wiha dê li Kurdistanê bibe sedema kaos, bêîstîqrarî û wêraniyeke mezin. Em bang li PDK’ê dikin ku dev ji van helwestên şaş yên ku ziyanê bidin gelê Kurdistanê taybet jî gelê me yê Başurê Kurdstanê, berde.

27 ê Gulan a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê