Ji Gelê Me yê Welatparêz û Raya Giştî Re!
Artêşa Tirk a faşîst ku hemû derfetên xwe seferber kiriye û êrîşên dagirkeriyê li ser herêmên me yên Zap û Avaşînê pêk aniye, li hemberî hêzên me yên gerîla yên ku xwe bi ruhê fedayî yê Apoyî perwerde kirine, di nava bêçaretiyeke kûr de ye.
Hêzên me yên gerîla ku bi hişmendiyeke profesyonel tevdigerin, hem bi şêwazê xwe yê afirîner ku bi hostatiyeke mezin di tunelên şer de û hem jî bi lêdana tûj a bi şêwaza tîmên me yên tevgerî, li qadên Zap û Avaşîn bi têkoşîneke destanî dîrokê dinivîsînin. Herî dawî hêzên me yên gerîla ji bo tola şehîdên me yên li Herêmên Berxwedanê yên Çiyayê Reş û Kurojahro yên li eyaleta me ya Zapê hilînin derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin û derseke dîrokî ya ku nayê jibîrkirin hate dayîn.
Di çerçoveya Pêngava Şoreşgeri ya Bazên Zagrosê de tîmên me yên tevgeri yên Şehîd Sema Hesekê û Şehîd Serdem Reşît di 24 ê Gulanê li Girê Cehennem yê girêdayî herêma Çîyayê Reş li hemberî hêzên dijmin çalakiyek lidarxisrin. Ev çalakiya ku bi tîmen koordînekirî ve hate kirin bi serkeftinek mezin encam bûye. Dîsa heman rojê li Qadên Berxwedanê yên Kurojahro jî li hemberî hêzln dagirker tîmen tolhildanê yên Şehîd Mizgîn Ronahî bi çalakiyek koordînekirî ya gerîla çûn ser dijmin derbên mezin li dijmin xistin. Her du qadan de jî hêzên me tenê li dijmin nexistine, heman demê de çûne ser cenazeyên dijmin û dest danîne ser qederek çek û alavên leşkerî. Ev çalakiyên serkeftî ku bi ruhê fedaî yên şehîdên me ve hatine kirin, asta gerîla ya li dijî dijminê ku her cûre çekên kîmyewî û teknolojiya serdemê ya modern bikartîne nîşan dide.
Di çalakiya Qada Berxwedanê ya Çiyareş de heval Mahîr Mazlûm bi cesaretekî mezin li hemberî dijmin şer kiriye û di serkeftina çalakiyê de xwedî roleke girîng bû. Em heval Mahîr Mazlûm bi rêz û hezkirineke mezin bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin wekî şertekî girêdayîna bi bîranîna wî em ê têkoşîna xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin. Di van çalakiyên li Qada Berxwedanê ya Çiyareş û Kurojahro de yên wekî birûskê û bi taktîkên hosteyî hatine kirin, em ji ber serkeftina wan hemû fermandar û şervanên keda wan di van çalakiyan de hene, pîroz dikin. Em bawer dikin serkeftinên mezin ên ku di Operasyonên Tolhildanê yên Şoreşger de yên ku Qadên Berxwedanê yên Kurojahro û Çiyareş hatine kirin, wê bi serfiraziyên nû were tacîdar kirin. Em serkeftinê ji hemû hevalên ku li qadên Avaşîn û Zapê têkoşîneke dîrokî dimeşînin re, serkeftineke mezin dixwazin.
27 ê Gulan a 2022
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel