HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 9’ê Tebaxê de li navçeya Golê ya bi ser Erdexanê di navbera yekîneyên Artêşa TC’ê yê derketibû operaysonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de gerîla yê me yê bi navê Erdal Koçer – Sadik Dayan bi lehengî li berxwe daye û gihîştiye şahadetê. Ji ber şert û mercên şer, kum e nekarî di derbarê bûyerê de agahiyan bi dest bixin, agahî dereng hatiye dayîn. Em di wê baweriyê de ne ku wê malbata Dayan û gelê me bi rûhê serhildanê Rêheval Erdal pêşwazî bikin.

Di derbarê nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye;

Erdal - Sadik Dayan

Navê Kod: Erdal Koçer
Nav û paşnav: Sadik Dayan
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1983 – Sêrt
Navê dayik û bav: Heyik - Ahmet
Sal û cÎhê tevlêbûnê: 2003 - Siirt
Dîrok û cîhê şahadetê: 9 Tebax 2011 / Gole, Erdexan

Erdal Koçer – Sadik Dayan

Hevalê Erdal ê di sala 1983’an de li Sêrtê jidayikbûye û mezin bûye, lig undan jiyan naskiriye. Di destpêka dîroka vejîna Kurdistanê de çavê xwe li jiyanê vekiriye, pêşketiye û ji nêz ve dengê şerê gerîla dibihîze. Pêkanînên dijmin ê, yan tê bi pergala li ser gelê Kurd tê ferzkirin bibe yek, an jî tê nezan bimîne, biçûk bê dîtin, ji nêz ve dîtiye. Ji ber şert û mercên jiyanê yên dijwar ji naçarî nekarî dibistan bixwenda, lê ruhê berxwedanê afirandiye ji kûr ve jiyan kiriye. Bi kedê avakirina jiyanê hîn di temenê xwe yê biçûk fêr bûye û herweha di jiyana xwe ya şoreşgerî de jî vê taybetmendiya xwe bi rastiya ku PKK jî tevgereke bi kedê hatiye afirandin kiriye yek. Li Zap, Garê û herî dawî jî Serhedê bi coşeke mezin tevlêtekoşîna li vê eyaletê dibe. Bi taybetmendiyê xwe yê kedkar di demek zû de pêşketinên mezin bi dest dixe, cardin di nava hewldaneke mezin ji bo Rêbertiya me û tevgera azadiyê nas bike de bû. Bi van taybetmendiyê xwe gelek hevalên din ji van tecrûbe û pêşketinên wî sûd werdigirt.

Hevalê Erdal herî dawî di 9’ê Tebaxê de di pevçûneke bi leşkerên tirk ên di operasyonên îmhakrinê de israr dike de bi lehengî liberxwe dide û din ava karwanên nemir ên şehîdan de cîhê xwe digre.

17 Tebax 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê