HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 15’ê Tebaxê de di saet 19.30’an de li Osmaniyê li herêma Zorkun li dijî leşkerên dijmin ên derketiye operasyonê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de 3 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin. Yek leşker jî birîndar bûye.

2. Di 15’ê Tebaxê de di saet 05.30’an de li navçeya Sarayê ya bi ser Wanê ye di navbera herêmên Kawil û Rûnexurê li dijî konwoyek dijmin ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de maşîneke dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye rûxandin, herweha encama kuştû û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî herêma çalakiyê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

16 Tebax 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê