HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 26’ê Avrêlê de li navçeya Dersim’ê li Pulumurê li herêma Sewdînê di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin ê derketibûn operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnên du roja berdewam kiriye, bikaranîna zêde ya teknîkê ji aliyê Artêşa TC’ê û pevçûnan de 7 gerîlayê me gihiştiye şahadetê.

Di derbarê mijarê de di dema herî kurt de em ê raya giştî agahdar bikin.

 

Navên kod ên hevalê me ye şehîd ketiye;

Zinar Hekarî

Canfeda Toros ê ji Elihê ye û di sala 2009’ande tevlî nava refê gerîla bûye

Rizgar Amed ê ji Amedê ye û di sala 2009’ande tevlî nava refê gerîla bûye

Tekoşer Amed ê ji Amedê ye û di sala 2009’an tevlî nava refê gerîla bûye

Zerdeşt Solhan

Ronî Mêrdîn

Mûnzûr Amed

Em di wê baweriyê de ne ku weke her car wê vê carê jî gelê me li 7 lehengên vî gelî bi ruhê raperînê xwedî lê derkefe.

1 Gulan 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê