HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 3’ê Gulanê de (îroj) di navbera saet 05.00-06.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Pisaxa ku girêdayî Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

 

2. Di 2’ê Gulanê di navbera saet 22.00-24.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Bêtalma û Warê Kemal ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

3. Di 29’ê Avrêlê de li Mêrdînê li dijî gundên Talatê û Cibilgiravê ku bi ser Nisêbînêye û li dijî gundê Sada û Kermêtê ku bi ser Mahsertê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi rengê kemînan operasyonek hatiye lidarxistin. Artêşa TC’ê ku bi şev kemînan diavêjê, bi roj jî paş de vedikişe.

4. Di 23’ê Avrêlê de li Mêrdînê li dijî derdora gundê Bilika ku bi ser navçeya Nisêbînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di heman rojê de bêencam paş de zîviriye.

5. Di 1’ê Gulanê de di navbera saet 14.00-16.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Heliz û Geliyê Alaniş ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

3 Gulan 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê