Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Di 28’ê Nîsana 2019’an de me diyar kiribû ku di 10’ê Nîsanê de li herêma Xakurkê ji ber êrîşa hewayî 4 gerîlayên me şehîd bûne.
Hevala me Zîlan Ciwanro (Şehla Mehmetvelî) a ku me diyar kiribû şehîd bûye, şehîd nebûye û li ser peywira xwe ye.Di vê êrîşê de rêhevala me Zîlan Hêvî (Semîra Delayîmîlan) şehîd bûye. Ji ber vê xeletiya şertên şer, em malbata Delayîmîlan di serî de,ji gelê xwe yê welatparêz lêborîna xwe dixwazin.
Nasnameya hevala me ya şehîd wisa ye:
Nasnav: Zîlan Hêvî Nav û paşnav: Semîra Delayîmîlan Cihê jidayikbûnê: Xoy Navê dê û bav: Amîne – Cafer Cih û dîroka şehadetê: 10’ê Nîsana 2019’an/Xakurkê |
Zilan – Semira Delaymilan
Rêhevala me Zîlan Hêvî li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û di temenekî ciwan de tevlî nav refên azadiyê bûye. Rêheval Zîlan li çiyayên Kurdistanê bûye gerîlayeke profesyonel. Heta kêlîka ku şehîd bûye, ji bo azadiya gelê Kurd şer kiriye.
Malbata hêja ya rêheval Zîlan Hêvî di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê ya rêheval Zîlan hilgirtibû, bigihînin serfiraziyê.
10’ê Hezîranê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê