HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Di 7’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jîbomberdûman pêk anî.

Balefirên şer saet di 09.30’an de qada Kedakola ya Xinêrê, saet di 22.30ande qada Geliyê Ava Basya ya Avaşînê û saet di 23.50’an de qadên Saca û Şehîd Rustem ên herêma Zapê bomberdûman kiriye. Di van bomberdûman de tiştek bi hêzên me nehatiye.

2. Di 18’ê Gulanê de yekîneyeke kontra şal û şapikên gerîlayan li xwe kirine û li qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê kemîn danîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gelê sivîl ên ku hatine êzingan bûne hedefa van kontrayan û di vê êrîşa kontrayan de ciwanê bi navê Davût Coşkûn hatiye qetilkirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya medyaya xwe vê êrîşa li ser sivîlan xistiye stûyê hêzên me. Dewleta Tirk a faşîst ev êrîş kiriye û bi rêya medyaya xwe dixwaze gel bixapîne. Ji Başûrê Kurdistanê heta Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk gelek êrîş kiriye û ji bo veşartina van sûcên şer hemû metodên qirêj bi kar tîne. Divê gelê me û raya giştî ya demokratîk guh nedin van nûçeyên wan ên derew.

Di vê êrîşê de ciwanê bi navê Davût Coşkûn hatiye qetilkirin û em sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin. Em diyar dikin ku wê êrîşên li dijî gelê Kurd tu carî bêbersiv nemîne.

 

9’ê Hezîranê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê