Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 11'ê Tîrmehê de li navçeya Oltiya Erziromê greydereke bi armanca xebatên leşkerî rê çêdikir ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxandin.
2. Di 13'ê Tîrmehê de di tevahiya rojê li Beyşebaba Şirnexê li dijî Koto Jîrka û Warê Kurdo ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer û helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin. Piştî bombebaranê di 14'ê Tîrmehê de di saet 05.30'bi piştgiriya helîkopteran bi daxistinan li dijî Warê Kurdo û Meydan Koliyê operasyonek hatiye destpêkirin. Di heman rojê de di saet 13.30'an de li Warê Kurdo di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de herî kêm 3 çawişê pispor hatiye kuştin.
Di 15'ê Tîrmehê de di saet 06.30'an de li dijî heman herêman ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer careke din hatiye bombekirin. Di heman rojê de di saet 20.30'an de li dijî 100 leşkerên dijmin ên li ser girekî kom bibûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. 4 helîkopterên skorskyan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Di van pevçûnan de jî helîkopterek kobra û 2 skorsky hatiye derbekirin. Helîkopterên derbe xwarine naçar mane ji herêmê dûr bikeve. Operasyona bi hezaran leşker tevlêbûye û bi dijwarî herêm hatiye bombekirin artêşa tirk negihiştiyê armanca xwe û naçar maye di 16'ê Tîrmehê de paş ve vekişe.
Di roja duyemîn a operasyonê de di 14'ê Tîrmehê de Rêhevalê me Erdal Hewraman bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Herweha bi du rêhevalê me re jî hîn têkilî nehatiye danîn.
Rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê:
Nasnav: Erdal Hewraman |
3. Di 15'ê Tîrmehê de di saet 19.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî qereqola Harûna ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşkerê artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin, hejmara birîndara jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi 4 embûlans û helîkoptereke skorskyan ji herêmê dûr xistiye.
4. Di 16'ê Tîrmehê de di saet 15.00'an de li navçeya Gevera Colemergê 3 kemyonê ji qereqola Bezelêyê re alav dikişandin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin. Piştî çalakiyê dijmin li dijî herêma Çarçela û cihê çalakiyê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
17 Tîrmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihana HPG'ê