Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 16'ê Tîrmehê de di saet 01.00'an de li navçeya Îskenderûna Hatayê li nêzî Gundê Akarca ocaxeke kîrecê ya girêdayî Febrîqeya Hesin-Pola ya Îskenderûnê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 dozer ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxandin.
2. Di 16'ê Tîrmehê de di saet 16.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li taxa Esendereyê li dijî yekîneyeke tevgera taybet ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çawuşên pispor hatiye kuştin, wesayit a wan jî hatiye rûxandin.
3. Di 16'ê Tîrmehê de li navçeya Elbaka Wanê li derdora gundê Xalkavanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de wesayiteke aqrep a zirxî hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe yê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin bi helîkoperên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.
4. Di 17'ê Tîrmehê de di navbera saet 11.00-12.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Heftenîn û Kato Sûlê yên bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye hatiye bombebarankirin.
18 Tîrmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê