HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çepemenî û raya giştî re!

Di 7’ê kanûnê de bi şev li derdora saet 01.00’ande li navçeya Şirnexê Basa di navbera gerîlayê me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de hejmara kuştî û birîndaran ji aliyê me negatiye zelalkîrin, gerîlayê me bi navê Fikrî – Kerim Karatay bi lehengî şer kiriye û gihîşte şahadetê.

Agahiyên nasnamea hevalê me yê şehîd ketiye;

Navê kod: Fikret Çiyadagket
Nav û paşnav: Kerim Karatay
Sal û cîhê zayînê: 1975 / Mêrdîn
Sal û cîhê tevlêbûnê: 1998 / Van
Navê dayik û bav: Emîne – Ferhan
Dîrok û cîhê şahadetê: 7 Kanûn 2010 / Basa, Şirnex

Fikrî – Kerim Karatay

Hevalê me ji malbateke weke bi milyonan malbatên ji cîh û warê xwe koçberî metropolên tirka bûye. Hevalê me Fikrî ku di metropolên tirka mezin bûye, di salên ku lîsê dixwîne bi çepê tirkan têkilî datîne, piştre jî bi bilindbûna tekoşîna rizgariya netewê ya kurd berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Bangawaziya Rêberê Gelê Kurd ya wê demê digot ku vegerin welêt, wî jî di sala 1998’an bersiv da vê bangawaziyê û vegeriyaye çiyayên welatê xwe.

Em êşa fermandar û şervanê mey ê hêja dijîn. Em êşa hevalê mey ê ku wê karîba gelek tişt bikira jiyandikin. Lê belê emê bibin şopdarê Rêval Fikrî ku di vê riyê de canê xwe daye. Em sonda xwe ya ku heta tekoşînê bi serbixin, bênavber tekoşînê berdewam bikin dubare dikin.

Ji bo vê jî hemû civanên ku dixwazin bibin hevalê hevalê Fikrî bang lutkeyên çiyayan dikin. Cardin em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku xwedî li şehîdê xwe derbikeve.

13 Kanûn 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê