HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û Raya giştî re!

1. Di 8’ê kanûnê de di navbera saet 15.00-16.00’ande li navçeya Colemergê Çelê li dijî Tabûra Topan a Êrîş ji aliyê gerîlayê me ji bol li dijî êrîşê Artêşa TC’ê yên bê navber li Herêmên Parastina Medya lidardixînin çalakiyeke bersivdayînê hatiye lidarxistin.

Çalakiya bersivdayînê ya bi havan û obusan hatiye lidarxistin yek jê li avahiya tabûrê du jî li hewşa tabûrê îsabet kiriye. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyême nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî derdora tabûrê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

 

2. Ji 2’ê kanûnê û virve him bi şev him jî bi roj li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Şikefta Birîndara, Çiyayêreş, Kunîşka, Xeregol û Cîloyê Biçûk ku girêdayî Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşên havan û obusan hatiye lidarxistin.

9 Kanûn 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê