HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 22’ê tîrmehê di navbera demjimêrên 11:00 û 13:00 an de artêşa tirk ya dagirker ji qereqola oramarê ya girêdayî navçeya geverê a bajarê colemêrgê qadên me yên parastina medyayê herêma Zagrosê û disa di xeta sînorê geverê de girê Şehîd Gafur û Şehîd Rehîme daye ber top û obûsan. Wekidin heman qereqolê di roja 23 yê tîrmehê di navbera demjimêrên 07:00 û 08:30 an de girên Şehîd Karker,Şehîd Rehîme,Şehîd Gafur û herêmên Dertê dane ber Topan. Di encama van bombardimanên atrêşa tirk ya dagirker di van herdu rojan de li herêmê şewat derketiye. Li hemberî vê bomberdumana artêşa tirk ya dagirker hêzên me yên gerîla jî di heman wextê de bi çekên giran bersiv daye. Di encama bersivdayîna gerîlayên me de hîn senger û tankek artêşa Tirk hatiye ruxandin.

2. Di roja 23 yê Tîrmehê di navbera demjimêrên 16:00 û 17:00 an de Balafirên şer yên artêşa tirk li ser qadên parastina medyayê yên Zagros û Avaşîn firyane. Weki din ji roja 20'ê tîrmehê vir ve balafirên bê mirov yên keşfê ku girêdayî artêşa Tirk ya dagirker li ser qada me ya Zagrosê bê navber firînê keşfê dike. Ev firokeya keşfê ya ku zêdetir liser herêma Avaşîn diğere dem bi dem bi du balafirên bê mirov yên keşfê firokeya xwe berdewam dike.

23 Tîrmeh 2014

Navenda Ragahandin û Çapemeniyê- HPG