HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 2’ê Tîrmehê saet di navbera 16:00 û 18:00’an de li qereqola Parîxan a di navbera bajaroka Esendere û Geverê de tevgereke zêde ya balefirên Skorsky û Kobrayan a artêşa TC a dagirker hebû. Di dema wê tevgera dijmin ji bo heman qereqolê di navbera saet 17:00 û 17:30’an de li dijî herêma xeta sînor bi obûs û hawanan bombardûmaneke zêde kiriye.

2. Ji roja 27’ê Hezîranê û vir de balefirên bê mirov yên keşfê ên girêdayî artêşa TC a dagirker li Dêrsimê keşifa zêde pêk anîye. Her weha di roja 2’ê Tîrmehê de di navbera saet 17:00 û 18:30’an de balefirên bê mirov yên keşfê ên girêdayî artêşa TC a dagirker li Şemzînana colemêrgê û Herêmên Parastinê yên Medya balafirên keşfê geriyane.

3. Di roja 1’ê Tîrmehê de ji aliyê artêşa TC a dagirker li herêma Gabar ya Şirnexê bi topên hawan û obûsan hatiye bombebaran kirin. ji ber êrîşa bi hawan û obûsan şewat derketiye, şewat heta neha berdewam dike.

3 Tîrmeh 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê