HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Weke hêzên me HPG,YJA-Star û YBş ji dîroka 13.11.2014 an ve li herêma Barê û derdora wê ya serbi Şengalê operasyon hat pêkanîn. Ev operasyona ku ji aliyan ve hatî destpêkirin herêma Barê û girên wê ji çeteyan hat rizgarkirin û ketiye destê hêzên mede. Di vê operasyonê de li çend cihan bi çav hatî dîtin di ser 10 çeteyan re hatine kuştin û gelek ji birîndar ketin. Di operasyona ku pêkhatî de 9 çek û gelek alavên leşkerî ketine dest. Di encama çalakiya hatî jiyankirin de rêya bejayî ya navbera Bare-Şilo li çeteyan hatiye qepat kirin.

Di derbarê vê operasyona ku pêkhatî de di hinek dezgahên çapemeniyê de li ser navê ku Pêşmergeyan ev operasyon pêkanîye de nûçe çêdibin. Ev nûçeyane ne rastin û rastiyê nîşan nadin û daxwîyanî û nuçeyên bê exlaqin. Ji dîroka 3 Tebax ve weke Fermandariya Biryargeha Navendî û Fermandarîya Şengal-HPG, banga fermandariya hevbeş û çalakiyên leşkerî yên hevbeş hatibu kirin. Herwiha li ser tevlînebûna Peşmergeyan ya nava Fermandariya Hevbeş reji heya niha tû çalakî ji pêknanîne. Ji xwe hêzên ku qala wan tên kirin ji Gundê Barê ne dîtine. Em bang dikin ku çalakiyên hêzên me yên gêrîlla bi serkeftî pêkaniyîn bi bê mafî negirin ser xwe û di bin sêwana Fermandariyek Hevbeş de tevlîbuna çalakîyên pêktên û banga tevlîbûna tekoşîna berxwedanê dikîn.

Bîlançoya giştî ya alavên di dû rojên operasyonê de ketîne dest ku hinek ji aliyê Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG ve hatibû dayîn em didin.

-1 Doçka 12.5 û 4 sindoq gule

-2 Çeken BKC, Nêzî 5000 gule, 2 zincîr û lûleya cihgir (yedek)

-3 Çekên Qilêş, 105 jarjor û nêzî 1000 gule

-1 Çeka B7 rokêtavêj û 5 rokêt

-1 Çeka BKT

-1 Tabace û jarjora wê

-1 Cihazê biçûk

-2 Rext

-3 Dûrbîn

-12 yelegên Çelîk, gelek alavên leşkerî û gelek alavên jiyani ketine dest.

14 Mijdar 2014

Fermandariya Şengal-HPG