Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Roja 13 Mijdar di demjimêr 04:30 an de li gundê Barê yê girêdayî şengalê gêrîllayên HPG-YJA-STAR û şervanên YBŞ li hember 2 girên ku çeteyên Daiş lê bicihbuyîn de operasyonek hatiye li darxistin. Ev operasyona ku ji sê Milan ve hatî pêkanîn de 2 girên ku çeteyên Daiş lêbûn jê reviyan berdan û her 2 gir ketiye dibin qontrola gêrîllayên mede. Di vê operasyonê de gelek kuştî û birîndarên çeteyên Daiş ketine. Li vê derê bi temamî jimara kuştî û birîndaran ne hatiye hînbûyîn. Di encama çalakiya ku hatî li darxistin de hêzên me yên gêrîlla gelek alav û kelûpelên leşkerî ketine dest. Kelûpelên ketine dest;
- 1 Doçkeyê 12,5 û 4 qotî gule
- 1 Çeka BKC û luleyêk cihgir
- 3050 gulleyên BKC û 2 zincîr
- 1 Çeka B7 û 5 roket
- 1 Çeka BKT û 12 jarjorê tijî
- 1 Tabanca û 2 jarjor
- 1 Cihazê biçûk, 3 dûrbîn, 2 rext, 2 çeketên çelîk û gelek alavên leşkerî
2. Roja 12 Mijdar di demjimêrên beyanî de li derdorê gundên Besta û Ewrex yên girêdayî navçeya Sêrt Perwarî artêşa dagirker a Tirk bi balefirên keşfê û hevkariya helîkopterên şêwzê Kobra li heremê bi daxistinan li herêmê xwestiye operasyonek bide destpêkirin.
3. Roja 12 Mijdar di demjimêr 22:00 û heya roja 13 Mijdar (îro) demjimêr 02:00 an de balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk li ser herêma Zapê ya serbi Herêmên Parastinê Yên Medya liv û tevgerên berfireh yên keşfê pêkanîne. Cardin roja 13 Mijdar (îro) di navbera demjimêrên 00:00 û 04:30 an de balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk ji Herêmên Parastinê yên Medya li ser herêma Metîna tevgerên keşfê yên berfireh pêkaniye.
13 Mijdar 2014
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG