Ji çapemenî û raya giştî re!
Di dema tevgera leşkerî ya artêşa Tirk li xeta sînor a herêma Zapê dewam dikir, du gerîlayan me 2’ê Tebaxê pê li mayîna ku artêşa Tirk danîbû kirin, jiyana xwe ji dest dan.
Li hemberî êrîşên artêşa TC a dagirker pêş dixe, gerîlayên Kurdistan ên bi dîsîplîneke mezin tevdigerin piraniya van êrîşan bi hişyariyeke mezin vala derxistine. Di dema tevgera leşkerî ya artêşa Tirk li xeta sînor a herêma Zapê dewam dikir du gerîlayan me 2’ê Tebaxê pê li mayîna ku artêşa Tirk danîbûn kirin, şehîd ketin.
Hevalên me Rêbaz Serhildan û Rustem Darahênê yên di dîrokên cuda de tevlî Tevgera me Azadiyê bûne, dema ji bo valaderxistina êrîşan di dema wezîfeyê de gihiştine şehadetê. Hevrêyên me yên ji bo gelê Kurdistan bigihêje siberojên azad bi sekn û bi biryar timî mînak bûn.
Hevrêyê me Abdulbakî Mehamet Necet ê bi nasnav Rêbaz Serhildan ê li Mahabadê ji dayik bûye û hevrêyê me Emrullah Arikan ê bi nasnav Rustem Darahênê yê li Çewlikê ji dayik bûye jiyana xwe ji dest dane.
Em soz didin ku wezîfeya dîrokî ya her du hevalên me yên bi meşa xwe ya bi biryar û mîlîtanî tevlî dibûn dewrî me kirine em ê bi awayekî layiqî wan xwedî lê derkevin. Em careke din diyar dikin ku em ê bersiva herî xurt bidin bîranîna wan.
Nasnamêya Gerîlayen me Wuhaye:
Nasnav:Rüstem Daraheni
Nav paşnav:Emrullah Arıkan
Cihê ji dayik bûnê: Çewlîk
Navê dê û bav: Aygül / Mehmet
Cih û dema ji destdayîna jiyanê: 2 Têbax 2015 / Hêremen Parastına Medya
Nasnav:Rebaz Serhıldan
Nav paşnav:Abdulbaki Mehammet Necet
Cihê ji dayik bûnê:Mahabat
Navê dê û bav:Zehra / Rahman
Cih û dema ji destdayîna jiyanê:2 Têbax 2015 / Hêremen Parastına Medya
6 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG