HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

4 Leşker Û 3 Polîs Mirin Kobrayek Û Skorskyek Hatin Derbkirin

6’ê Tebaxê saet di navbera 08:00 - 15:30’î de li ser herêma Heftanîn pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk keşif pêk anîne. Ev tevgera hewayî li herêmên me yên gerîlayan zêde bûne. Li gor vê;

Di navbera 6’ê Tebaxê saet 09:00 - 15:30 û 16:00, 7’ê Tebaxê saet 04:00’an li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov keşif pêk anîne.

6’ê Tebaxê saet di navbera 17:00 - 18:30’î de li qada Şehîd Hasan a girêdayî Pilemûr a Dêrsimê, qada Yayladere ya girêdayî Kanîreş a Çewlikê, saet di navbera 17:00 - 00:00 de qada Kizilagaç a girêdayî Kanîreşê, 7’ê Tebaxê saet di navbera 04:00 - 08:00’an de li herêma qada Qabilcewz a Êlihê pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne.”

Artêşa Tırk Herêmên Gerîlayen Me Bombebaran Dıke

 6’ê Tebaxê saet di navbera 18:00 - 19:00’an de Qereqola Memîşta a li ser xeta sînor a herêma Zagrosê;  Tepê Şehîd Ezîz û girê Kale bi obus, hewan û tankan bombe kiriye. Her wiha saet di navbera 16:00 - 17:00’an de Qereqola Bezelê; Dola Mehendê, Dola Kewê, Tepê Çarçel û qadên Bilbilê bi obus û hewanan bombe kiriye. Bomberdûmana artêşa Tirk ku li herêmên me yên gerîla zêde bûne, di encama bomberdûmanê de li eraziyê şewat derketiye. Li gor vê;   

Qereqola Bêgirtî ya li ser xeta Xakurkê 6’ê Tebaxê saet di navbera 22:30 - 00:00 de qadên li derdora xwe bi hewanan bombe kir.

6’ê Tebaxê saet di navbera 18:00 - 19:00’an de qereqolên Mamreş û Bêzok ên li ser xeta herêma Avaşîn, qadên Mergê û Tepê Ronahî, saet di navbera 19.00-20.00’an de Qereqola Oremar qada Şehîd Gafûr bi hewan, obus û tankan bombe kirin.

6’ê Tebaxê saet di navbera 11:00 - 13:00’an de qereqolên Tepê Meymûn û Tepê Çete ên li ser xeta herêma Heftanîn; qada Deriyê Dawetiya, dîsa heman qereqolan saet di navbera 17:00 - 20:00’an de qadên Şehîd Kendal û Deriyê Dawetiya bi obus û hewanan bombe kirin.

6’ê Tebaxê saet di navbera 13:00 - 17:00 û saet 23:00 - 00:00 de qereqola Arûş a li ser xeta sînorê herêma Metîna, qereqola Arûş; qada Tepê Komando bi obus û hewanan bombe kirine.

6’ê Tebaxê saet di navbera 13:30 - 16:30 de qereqola Êrîş a li ser xeta sînorê herêma Zapê qada Dola Şîfreza saet di navbera 13:00 - 14:00’an de qereqola Bîlîcan; qada Gundê Erbîş saet di navbera 15:30 - 18:00’an de, qereqola Êrîş; qadên Canmeda, Dola 82 û Xeregol bi obus, hewan û tankan bombe kirine.”

Gerîlayen Me Bı Çalakıyan Bersıvê Dıdın

 5'ê Tebaxê saet di 16:30 de gerîlayên me li Deriyê Meydana ya qada Bestayê, li hemberî artêşa Tirk çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa kobra herêm bombebaran kirin û li ser vê yekê gerîlayên me bi çekên giran bersiv dane helîkoptera kobra û derb lê xistine. Roja 6'ê Tebaxê artêşa T.C a dagirker li Deriyê Meydana û Deriyê Beroşê derketiye operasyonê, operasyon di heman rojê de bi awayekî bê encam bi dawî bûye.

Roja 6'ê Tebaxê saet di 22:30 de gerîlayên me li dijî Qereqola Jendermeyan a li navçeya Şirnex Qilabanê çalakiyek pêk anîne. Di vê çalakiyê de bi çekên ferdî û giran li mewziyekê hatiye dayîn. Li vir leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Her wiha li hemberî polîsên ewlekariya qemeyeqamiyê dikirin hatiye xistin, di vê çalakiyê de 3 polîs hatine kuştin û nuqteya kontrolê ya polîsan bi temamî ji holê hatiye rakirin.

Roja 4'ê Tebaxê li herêma Karayilan a Hatayê gerîlayên me li dijî kulûbeya qereqolekê çalakî pêk anîne, lê hejmara kuştî û birîndarên di vê çalakiyê de nehatiye zelalkirin.

Roja 4'ê Tebaxê saet di 14:00 de rêya di navbera Erzîrom û navçeya Erdexan Golanê, ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin. Her wiha rêya di navbera Erzîrom-Qaxizmanê jî ev hefteyeke di bin kontrola gerîlayên me de ye.

Di demên dawî de li navçeya Erdexan Golanê, komeke kontra ya ji 30 kesan bi kincên gerîla li nava gel digere. Girîng e haya gelê me ji tevgerên bi vî rengî yên kontra hebe.

Roja 6'ê Tebaxê saet di 17:00 de gerîlayên me yên YJA STAR'ê li hemberî qereqola Korxê ya li navçeya Amed Liceyê çalakî lidar xistin. Di çalakiyên sûîqestê de leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî bi giranî birîndar bûye. Her wiha kameraya termal a li ser tankê hatiye rûxandin.

Roja 7'ê Tebaxê saet di navbera 00:00 - 03:00 de gerîlayên me rêya di navbera Bedlîs-Elihê girtine û kontrola nasnameyan pêk anîne. Wekî din du wesayîtên kelûmel ji arêşa Tirk re dibirin, şewitandine.

6'ê Tebaxê saet di navbera 14:30 - 20:30 de rêya navbera Bedlîs û Şêx Cûma, saet di navbera 16:00 - 20:00 de rêya navbera navçeya Bedlîs Xîzan û navçeya Sêrt Berwariyê, ji aliyê gerîlayên me ve hatine girtin.

Roja 6'ê Tebaxê saet di 07:30 de gerîlayên me bi çekên ferdî û giran li helîkoptereke bi tîpa Skrosky ya dixwest leşkeran deyne qereqola Kûtûdere ya Dêrsimê dan û derb li helîkopterê ketin. Piştî çalakiyê qereqola Kûtûdere bi obus û hawanan qada gundê Qozmerikê bombe kir.

7 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG