Ji gelê me û raya giştî re!
1. Di 9'ê Sibatê de li bajaroka Çewlikê İlicalarê di navbera gerîla yê me û artêşa tirk a derketibû operasyonê pevçûnek qewimî bû. Me ji raya giştî re şahadeta 9 gerîla yê me û dîlketina 2 gerîla yê me eşkere kiribû. Beriya niha me me agahiyê Mahir - Haşim Kaya, Piling - Mehmet Aksoy 3u Tîrêj - Cahit Acar ê di vê pevçûnê de gihîştibûn şahadetê me ji gelê xwe re eşkere kiribû. Nasnameya 6 hevalê me yê di vê pevçûnê de şehîd ketine:
Nasnav: Ayhan Bişar |
|
Nasnav: Raîf Amed |
|
Nasnav: Gezgor Sûrûç |
|
Nasnav: Yilmaz Botan |
|
|
Nasnav: Rênas Cûdi |
|
Nav û paşnav: Hakan Ozdemîr |
Şehîdên me yê di xeta berxwedanê ya cangorî ya APOyî gihîştine şahadetê wê di sala 2012'an de bibin sonda me ya serkeftinê. Em bang li gel û ciwanên Kurd dikin da ku bi heman biryardariyê xwedî li tekoşîna wan derbikevin.
2. Di 21'ê Cotmehê li Bagok'ê û di destpêka sala 2012'an de ji Omeryanê tu xaînên bi navê Sîdar û Serxwebûn (Bagok) ê ji nava refê me reviyane li Omeryan û Bagokê tevlî operasyon û kemînên li dijî gerîla yê me tên lidarxistin dibin. Dibin sedêmê girtina gel jî. Em bang li gelê xwe dikin da ku li dijî hewldanên van du kesan bi bihîstyar tevbigerin.
18 Sibat 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê